řojê nebû em diłbere bê řeḧme wefa ka

From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 1 minutes  5916 views
řojê nebû em dilbere bêřeḧme wefa ka
carê nebû em kafre şermê le xuda ka
ḧeyranin etîba le ’îlacî merezî min
luqmanî wîsałit meger em derde dewa ka
karê ke ẍem û derdî fîraqit be minî kird
serma be hetîw ba be dewarî şiřî naka
dêwaneye şexsê ke be ẍeyrî lebî le’lî
wek şahî sikender tełebî awî beqa ka
tab û tebî ateşkedeyî hîcrî wekû şêt
nezdîke minîş warîdî seḧrayî fena ka
lem řêgeye teqdîrî ezel wa bû ke ême
pamałî cefa bîn û řeqîb seyr û sefa ka
řoḧ û dił û dîn her sê ekem bezil û nîsarî
kamî diłî min, ger le lebî le’lî řewa ka
ser danê le řêy ’eşq, řeza lazme ’aşiq
bo yar ser û małî superî tîrî qeza ka