qani’ekanî wextî bê nan her le zîkir û hawere

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  501 views
qani’ekanî wextî bê nan her le zîkir û hawere
ger birnicyan dest kewê her bêz deken lem sawere
seg qena’et bo dekatin kilkî bo nan badeda
ya le bo êsk kiřandin ya le bo laşey kere
şîwî bê agir bibînê bo dełêy boy har buwe
lê debête barî asin tesbîḧat û mêzere
ger hebûnî dest kewê barî qena’et lê dexa
deçte karwanî tekebur çî le řojî meḧşere
ḧewzî kewser bo debê be małî tekye û şêx û mêx
takû bîfroşin le batî siłq û yaxu gêzere
umîyek ’îlmî nebê her ew ke xełqî lat eka
utłubul ’îlme welew kan fermûdey pêẍembere
samîPen name fikirî da be řenc û her be řencî xoy bijî
neşkiřê cennet be’ane lew bexîl û bê fere