min feqîr û dił ḧezînim bo hejarîm xem dexom

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  930 views
min feqîr û dił ḧezînim bo hejarîm xem dexom
řût û birsî û derdedarim sałî carê xom deşom
sabunim gile ḧemamim deçme naw mizgewtewe
her be nînok pare pare û şeqşeqim kird qelbî xom
xom bisutênim be sûtan ba bisûtêm çatre
lew jyaney wa be tengî ḧesretî yek nane com
řayexim erz û serîne pêxef û çetirim sema
bê řê û cê diłḧezîn û bê der û dêwane xom
řoj û şew derd û fîraq û dest leser destî betał
xo erz zor û feraḧe min le koyê bo neřom
piř diłim derd û meraqe ew meraqe û pê biłêm
lêm geřên tuxwa řefîqan kuşteyî ḧacî segom
ẍedrî mame załmekanim daxî wan serbarîye
zułmî wa key ew terîqey bo dedey hey mamî xom
hejarî û derdedarî takey denoşî samîPen nameye
to feqîr û bê mekanî qet mełê min xełqî kom
kasbêkî feqîr û bê teklîf û geda xom
ker quř û barim suke ke nanî dînî naxom
mamim be xo betekye be cubbe û be milî pan
min be xom û destiga be çend peřêkî dîwan
çon samî lemin deka ew qutbî ’ebdalanî
min le zanîn meḧrum bûm ew pêşkewt be nezanî