kake gyan ger mê nebê to çuzanî kuř nêre

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  638 views
kake gyan ger mê nebê to çuzanî kuř nêre
kuř nêr û kîj mê nebê erz boçî zenwêre
leber xirapey nebê kes le çakey nazanê
be birsî bûn nebîtin nazanî ḧacî têre
xwa le hîç kes natirsê ke çaktirîn ḧakme
emrî be çakey kird û xelqî kird şeř û xêre
biram xwardin û xwardinewe îmtîḧanî însane
ewanî quř’an nezan sed birsî û yekî têre
korpey sawa pîr nebê kanî ḧurmetî gencî
bewasîte xurşîde şewqî mang û estêre
feqîr ḧebîbî xwaye ema fîrî azaye
samîPen name kesadî û nebûn debînin çend bê xêre