ewa pîr bûym kelkim biřawe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  638 views
ewa pîr bûym kelkim biřawe
le ’umrî gencî piştim çemawe
dił dabîn nabê bê nawçewanîm
ẍeyrî bê bextî çîm le çî mawe
***
xoşî dinyayîm ne kem bû ne zor
ẍeyrî xemnoşîn le qewmî xoxor
ba bo xom řakem nek segê bimxiwa
deçim bo xoşî û le xem deçme jûr
***
le samî cehil emin ça nabim
biçim mîwanî kelleyî şa bim
ew le hatûçûn min le hatûçûn
ḧukmî nemawe min be geda bim