ḧałî her waye ew dinyay dûnî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  585 views
ḧałî her waye ew dinyay dûnî
mazî û musteqbel bûnî û nebûnî
be ẍeyrî eme çî tir şik nabem
herdûk zîlletin bûnî zebûnî
***
ta dewłemend bî teme’kar debî
derḧeq be ’alim gurgî har debî
herçend feqîr bî feqîrî zana
bo to wa başe ke bê çar debî
***
le bê çarîte şukirî xwa dekey
be zextî nebû îşî ça dekey
eger zengîn bî samit namînê
xuda ’alîme toş biřwa dekey