mijde le kurdan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  635 views
mijde le kurdan le qewm le xwêş
tałî biçêjin şîrînî dête pêş
qewlî xudaye pêm baweř bike
bo baweř nakey ey babe derwêş
***
wek ledarî řeq xwên peyda debê
’aşiq û me’şuq pêkdî şad debê
ke tał şîrîn bê û dar bibê be xwên
şête ew kesî le biřwa nebê
***
her kesêkî hat lebo ser zemîn
ba lebo xoşî bo zîllet biçîn
bo şexsî bała dû zîllet heye
samPen namey serî saẍ menê ser serîn