bêçwe kurd

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  618 views
bêçwe kurdêkî xakî kurdanim
daym melul û çaw le giryanim
lew xakî wa xoş baẍatî řengîn
bebê cêgame û bê deretanim
ḧesrete û mendim her wekû bulbul
bê xew le ah û nałey xunçanim
wek gułî beybun zerd û zebunim
da’im nexoş û diłpeřêşanim
xem wekû zincîr le dest û pame
wek barî giran kewte serşanim
na’umêd nabim dinya dewrane
bełkû debziwê çerxî zemanim
min wekû mecnun lebo leylayê
hetaku mirdin her çaweřwanim
eger mirdim bimnêjin le bêwran
çûnkî perwerdey dar û berdanim
samPen namey xeyałat bes bike cane
min wekû şêr û reqîb ceyranim