mergî bê wade

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  513 views
le kwên amadekanî xizmetî dîn
le ber ken kwên û soranî biken şîn
le kwên ew bab û mamaney ke dwênê
beşî wan bû be tenya ’îziz û temkîn
le kwên ko bibnewe ’êl û ’eşîret
ewaney talbî nêwbangî berzîn
bibînin çon şemî gelyan kujawe
çilon sûta wekû perwane perwîn
le mergî«muhtedî» hawnêwî«sidîq»
felek degrî, melek boçî neka şîn
kuřî hawnêwî«bestamî» biłê kê?
kitêbî pêncî ciłdî naşrî dîn
be hoy firmêskî xwênîn lale sûre
le ḧandî cergî řeş damawe nesrîn
’ezîzim! mergî bê wadet le nakaw
le neyzarî diłanî da giř û tîn
xemit şadîbezên û dił tezêne
’eza bo kotełit espan deka zîn
şel û kwêr û feqîran bê pena man
hetîw mawin, seẍîrbaran û miskîn
be ḧeq ew îrse her bo to becê ma
sîfatî yarî ẍarî serwerî dîn
gelê mizgewt û mîḧrabit bîna na
le bo dînî mubîn û şer’ û ayîn
eto û mirdin, eto mirdin ḧełałe
ewaney ehlî ’îrfan û me’anîn
dełên: qet namrê merdî nikûnam
ke xêratî, ḧeyatî cawîdanîn
wepêşt xistuwe têşûy qyamet
gułî û akarekanit bûne perjîn
le çakey çî xuda fermûye kirdit
le řêy ḧeqda, xuda bitbexşê amîn
«kiram alkatbînArabic» nûsî le namet
sewabit bo«liqa’alilhArabic» ye kafîn
le paş to ḧey gułî baẍî sedaqet
eto xwa pêm biłê mêhir û wefa çîn
ḧeqîqîPen name! ulfetî řojanî lawî
be pîrîş her weha germe û deda tîn