koçî sware

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  645 views
ew demey deşt û çya řengîn bû
kêw û kej piř le guł û nesrîn bû
bulbulî baẍî edeb gułçîn bû
le kemîn dabû xezan ẍemgîn bû
çîmenî tafî cwanît şîn bû
heřetî jîn bû çi wadey şîn bû
le xemit řengî xezełwer zerde
diłî dey awe eger wek berde
be tebîbanî biłên pê berde
boçî dermanî nebû ew derde
çîmenî tafî cwanît şîn bû
heřetî jîn bû çi wadey şîn bû
leşkirî ẍem be derûnim werbû
giřî awir le dił û gyan berbû
mergî bê wadey to meḧşer bû
êşî ew nêşe be sed xencer bû
çîmenî tafî cwanît şîn bû
heřetî jîn bû çi wadey şîn bû
le diłî bab û bira ẍem bare
le hemû şwênewe cêy to dyare
çye ew şîn û hera û haware
koçî bê wadey «kake sware»
çîmenî tafî cwanît şîn bû
heřetî jîn bû çi wadey şîn bû
xwêne firmêskim û çaw bê nûre
boye dawênî felek wa sûre
řojî řûnim be şewî deycûre
«swarePerson» dîdarî qyamet dûre
çîmenî tafî cwanît şîn bû
heřetî jîn bû çi wadey şîn bû
bûy le nêw baẍî gułan taqe gułê
çi gułê sed xem û sed derd û diłê
daxekem êste «ḧeqîqîPen name» çi biłê
çaw û dił çon negrî çon nekułê
çîmenî tafî cwanît şîn bû
heřetî jîn bû çi wadey şîn bû
em şê’re le şîngêřî sware îlxanî zade, pêşeway řêbazî şê’rî nwê le kurdistanî êranda gutrawe. sware le sałî 1354y hirtawî le temenî 37sałî da cwane merg bû û bew koçe bê wadeye nemamî ser sewzî şê’rî nwê bê baẍewan mayewe.