wełamî ḧeqîqî
From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
1 minutes
877 views
«îmamîPerson» namekey namî geyşit û name ser çawim
le dûrî to debarê dayma firmêskî xwênawim
bebê mangî mibarek lîm ḧerame çawekem bê to
piław û goşt û dołme û meşkefî û fiřnî û helîmawim
leber řojû nîye, dûrî le dînî toye ger mirdûm
ecel dewrim deda hîway wîsalî toye ger mawim
řefîqanit le hîcranit be carêkî hemû sûtan
be narî ’îşqî pakî to be tenya min nesûtawim
ke fermûte fîdatan bim werin řojî hîlaketme
çi ḧacet hatuço beynî min û to boye damawim
le qulley qelbî yaran xeymeyî nazit weha hełda
le xanexwê û le mîwan ẍeyrî to nayête ber çawim
le řêgay ’îşqî toda řehřewanit hîçî nawestin
hemûyan kamîln wek to ne her min serlepênawim
eger wabê ewey dostî ḧeqîqîPen name bê le bîrnaçê
be qewlî ka ’ezîz bêt û neyê pêławî ser çawim