wełamî ḧeqîqî

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  501 views
ewa sozey beyan dîsan peyamî diłberî hêna
nesîmî řûḧ perwer ’etrî ’ûd û ’enberî hêna
şiney bay merḧemet dîsan le lay kwêstanî kanî ben
çi xoş bonî hełałe û swêsne û sûsenberî hêna
ne zîndû bûm ne mirdû nameket awî ḧeyatî dam
ne qasîd bû ne kaẍez saqî awî kewserî hêna
le wêney sunbul û lale û guł û guł etłesî û şewbo
ḧerîr û etłes û cerse û qenewz û mexmerî hêna
le řûy nexiş û nîgarî pîre kwêstanî tebî’et bû
muhendis çû nimûney řamser û babulserî hêna
sizd gir zinde girdid mirde az namit misîḧ asaPersian
kewa bo meskenî serdar namey serwerî hêna
’ezîzim şerḧî dûrî tom şewêkî takû roj nûsî
sibeynê zû qełem î’lanî xetmî defterî hêna
qyamî qametit bo ehlî dił qamî qyamet bû
qetarî koç û barit bo mukiryan meḧşerî hêna
giřî dił zor be tîne wa zû nakûjêtewe kamîl
ḧeqîqîPen name deste çîley dił îmamî agirî hêna