em û ew

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  601 views
birayek pirsî řojêkî le min
kam şa’îrtirin hejarPerson û hêminPerson?
gutim «a’uzArabic» le şeřřî weswas
her dû yekêkin le lay kakebas
her dû engêwen le yek hedefda
her dû wek duřn le yek sedefda
her dû mamostay lome lewanin
le beḧrî tanan wek melewanin
ew werdegêřê wajey cizîrîPerson
em neqłan deka le şiksipîrîPerson
bo kurdustanî ew bê wêneye
tarîk û řûnî em awêneye
ewîn bezêne beytî mem û zên
lay hewarî em leyl û mecrûm kên
xeyyamî kurdî çengî le dił da
nałey cudayî giřî be kił da
le kwêstanî ew gułan be bo ke
semen weko ke lew paşeroke
xulasey kelam ewan biramin
nakem feřqyan be mû, bira, min
minîş çawêkim le dîtin wêsta
her dû be çawêk debînim êsta