’îlim û zanîn

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  874 views
berî baẍî jyan şîrîne ger zanîne ew jîne
nezan wek hejgełî bê kełke bo sûtan û perjîne
huner darêkî berze duřiř û mercane liq û popî
hunerwer namrê çun baẍewanî ’îlim û zanîne
le xwêndin çaw meçûqêne mebe mayey peşîmanî
nesîbî dujminit bê cahîlî barêkî sengîne
nezanîn ’eybe, nazan sûke, jînî nenge, biřwane
witey zana çi şîrîne, wişey nazan çi nengîne
le babet xwêndinê pêẍemberî muxtar fermûye
we dûy xwêndin kewn biçnê eger çûnu le bo çîne
xeyałêkî neken wext û zemanêkî heye xwêndin
le bêşkeyřa zemanî xwêndinê ta katî tełqîne
mełên bo nêr û mê feřqî heye fermûyetî feřze
leser kullî musułmanê çi mê bêt û çi nêrîne
«ḧeqîqîPen name» wek nezanîn afete bo dîn û dinyaye
ḧeqîqet ’îlim û zanîn zîbî dinya û zîwerî dîne