çildaney řaz

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  608 views
aza û be ẍîret kurde û dyarî
le’net le ahoy nexwêndewarî
berî beyane û lêy werkewtuwe
piłîngî bêşey şêrî xewtuwe
ta xwa ḧez deka aza û netirsin
bo merd û řendî lêyan mepirsin
şêrî şikarin aza û be karin
emma daxekem nexwêndewarin
her boyeş awa lêk namo û siłn
dawa yekêke û têyda dû diłn
ewa řoj hełat lew nêw hewrane
kakî min dinya dewran dewrane
dîsan bay şemał hat be wîze wîz
gopałî toşî hêna der le xîz
herat lê deka hařey bay we’de
deto řadexuřn ew berq û ře’de
êsta řizgarin hest û dest û mist
řoj řojî kare, sał sałî zanist
zimanî kurdî çildaney řaze
çakî nyaze biřo bixiwaze
çit dewê têyda wirdewałeye
lêşî nabřê binemałeye
gencî ferhengî neẍde û nihênî
ne gencêkî wa nêwî nehênî
qamûsî wajey derya deryaye
duřiř û gewherî qet dwayî naye
biřon bixiwênin gewre û çikołe
cebrî mafate westênin tołe
meken kêşe kêş biřon berew pêş
bira biraye, bira û kêşekêş?!
axir heta key wabê beşî to?
key awa debê řojî řeşî to?