peykî azadî

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  837 views
mizgênî bê hat sałî nwê
xoşî dway xoşî cwê be cwê
biłên bext çîdî nenwê
estêrey meş serî naswê
webîrû dê çiman dî dwê?
zû rapeřn mebin şilwê!
ewa hat peykî azadî
be řûxoşî û keyf wişadî
koşê gułî geşî pêye
me’lûm beşî meşî pêye
serî qendîlî xał xałe
lêy şên bû swêsne û hełałe
çî dî meken ah û nałe
îstî’mar sêḧrî betałe
heway dengî ew şimşałe
hawar deka hoho xałe
ewa hat peykî azadî
be řû xoşî û keyf wişadî
koşê gułî geşî pêye
me’lûm beşî meşî pêye
leser řa dê awî hełdêr
seḧra şîne û mezra zenwêr
ḧaḧay şwane û dengî bilwêr
zorman dî dewrî tał û swêr
kurdîne řapeřn wek şêr
wexte hele ta nebwe dêr
ewa hat peykî azadî
be řû xoşî wikeyf wişadî
koşê gułî geşî pêye
me’lûm beşî meşî pêye
be ḧukmî padşay cebbar
be î’cazî nebî muxtar
têk řûxa kaxî îstî’mar
xem řoyî legeł befrî par
dinya tołeye û dar be dar
řêk û pêk û yek bin ewcar
ewa hat peykî azadî
be řû xoşî û keyf wişadî
koşê gułî geşî pêye
me’lûm beşî meşî pêye
şînî xwênî lawî kurdin
herçî gułî sûr wilalen
leser mezarî şehîdan
şilêran merdengî û lalen
şarî kurd û kurdistanî
yek yek wek meydanî jalen
ewa hat peykî azadî
beřû xoşî û keyf û şadî
koşê gułî geşî pêye
me’lûm beşî meşî pêye