beharî nîştiman

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  816 views
beheşte nîştiman fesłî beharan
le kêw û kej le nêw xêł û hewaran
be boney sunbul û nesrîn û şewbo
çiř û çêw û çya mestin le ber bo
le nêw baẍan demêkî ba kizey dê
be şûy mûsa û be fûy ’îsa bizey dê
dukanî ’etre bazařî qumaşe
bixiwaze çî diłit girtî be laşe
le şax û bendenan herçî řwawe
dełêy be guławê aw piřjên kirawe
wehay lêkdawe kwêstan řengî elwan
pyaz û sîrî wek guł wan le geł wan
çikołe û gewre nîn lew mêrg û ḧewşe
legeł hawşanî hawşanin wenewşe
hemû dûdûn gułî sûr û sipî û ał
le dewrî awekan wek çawî qiřjał
be ’eynî bûkî řazawen pel û çêw
cilî ḧewřengyan poşî kel û kêw
be zeynî min le şermî nexşî cwanî
nemanî çatre «manî» le manî
piřî çêw û çiřî dengî kewane
le gwên řengî kewn řengîn kewane
le layek zaw û make û laye hawêr
le layek hařehařî awî hełdêr
be şew řamêne estêr û şetawan
cim û cûłyane estêran le tawan
dełên daxo çi qewmawe le erzê
nehatû «zelzeley sa’et» elerzê