banemeř

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  798 views
behare û mangî xoşî banemeř seyrî ke bîbîne
der û deşt û çya û kêw û kejî dinya hemû şîne
çya ẍemłî, gya şîn bû, çemen řazawe, guł pişkût
le her la tê defkirê swêsne û beybûn û nesrîne
weha nexşawe kwêstan, ’eqłî têda mat û ḧeyrane
be xetit û xałî ał û wałî şan û yałî řengîne
şirîqey hewre, girmey ře’de, hařey awe, hajey ba
hucûmî leşkirî sêławe, cengey kanî toqîne
gułî jale be ’eynî tawsêke çetrî hełdawe
supay lale le şanî kêwekan sergermî temrîne
le ser çom û çya qaz û qurîng û qumrî pol poln
guł û laley binarî kêw û kej tîp tîp û çîn çîne
çemen feřşêkî sewze nexşekey lale û guł û sunbul
le deştê řaxra wek etłes û xara û peşmîne
le paş barane biřwane şilêr û şeşpeř û şewbo
le wêney wane wa elwane řengî kolkezêřîne
guł estêrey şewî nîsane xaşxaşkî beyanane
tirûskey awrî şwane le nêw ew mêrge nexşîne
kizey bayek gełay daran debziwênê û birîqey dê
dełêy ahî mine û gwêy diłbere û gwarey tełayîne
diłopey şewnimî pelkî guł û bonî şiney şewbo
henasey sardî ferhade û tikey firmêskî şîrîne
’ezîzim payze, katî zekate, wextî xermane
beharî meyleket zistane emma lêre hawîne
řeqîbî wirdegir bîstûme basî werdî pê werde!
dełê ew şêwe şêwey koneye û dûbare cawîne
bełê bo ehlî dił tewsîfî guł wek sûnewey mêşke
biłê her tazeye lay bulbulan ew řesim û ayîne
«ḧeqîqîPen name» ew beharî sûr û şîn pendêke bo ême
beharî ’umrî êmeş wa demê sûre û demê şîne