şêx řeza

(1835 - 1909)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 31 minutes  4592 views

qisey řewanî şewçirey kořî zistanî naw małan, xoyşî şêxî bermałî binemałey tałeban. şa’rî be dastanî heme core, berhawêj û qisehawêjî bê nore. zimanî şîrêkî karîger le biřiştida, qełemî tîrêkî serneker le zuştida, xawenî şi’ûrêkî nazk le basî çakeda, danerî gelê qisey tîj le basî xirapeda, bê bak û qise le řû, tûře buwe zû be zû. qelender û bê perwa, dił nazk û xoş biřwa. nuktezan û zîrk buwe, qisey nesteq û zilî buwe, xoy zimanparawî dîwexan, dîwanî bezmî dîwanan.

şa’rî nukteçî em dastane nawî «řeza û kuřî şêx ’ebduřřeḧmanî kuřî şêx eḧmedî kuřî mela meḧmûdî zengene»ye. le sałî 1835y mîladî le awayî «qirxLocation» le lîway kerkûk, hatuwete dunyawe. sereta lelay bawkî destî kirduwe be xwêndin û farsîyekî zorîşî her xwênduwe; lepaşa be feqyetî çuwete kerkûkLocation, maweyek lewê mawetewe lelay «seyîd muḧemmedî belaẍîPerson» û «ḧacî se’îd efendî ḧîlmîzade»Person derzî ’erebî exwênê. înca çuwe bo koye bolay « ḧacî mela ’ebdûłłay celîzade». her le dewrî feqyetîşa suleymanî çaw pê kewtuwe û le mizgewtî gewre - mizgewtî kak eḧmed - xwêndûyetî. lew dewreda kurdewarî çunke ḧikûmetî turkî têda buwe, fêrbûnî ziman û edebyatî turkî wekû pêwîst wa buwe, we leber hatuçûkirdin û beser yekewebûnî kurd legeł êranda û xoşî edebyatî farsîş, ew zimane hemû mindałêk le seretawe ebwaye pêy bixiwênraye. ca leber emane şêx řeza naçar kirawe bewe ke ser berête naw edebyatî farsî û fêrbûnî zimanî turkîşewe. şêx řeza ta egate dewrûbeřî temenî 25 sałî, xoy be xwêndinî ’îlmî ’erebî û edebyatî farsî û turkîyewe xerîk eka, lepaşa ekewête ser ewe ke wiłatan û paytextî ḧikûmetî ’usmanî bibînê bo ewe ser berête naw qapî jyanî dunyayîyewe. le 1860 beser «ḧelebLocation»da eçê bo estemułLocation, dû sałêk lewê ebê û egeřêtewe bo kerkûk, le nawçey hewlêrda ebîsêt ke her lew sałeda bawkî mirduwe, em mirdiney zor karî tê eka û diłgiran ebê, legeł eweş her dêtewe bo kerkûk be naçarî. lepaş şeş mangêk - leber têkçûnyan legeł «şêx ’elî» biraya - eçê bo koye bolay «şêx ẍefûr»y mamî. şêx ẍefûr hełî exłetênê ke goya kiçî xoy edatê, bełam bem nawewe zyatir le şeş mang le koye eyhêłêtewe û bêgarî pê eka, lepaşa kiçekeyşî nadatê. ewîş tora û geřayewe bo kerkûk. be derdîserî û pejareyî lew nawçeyeda řay’ebwêrî ta le 1866da bo carî dûhem deşt egrêtewe ber û eçêtewe bo estemuł, lem karwaneyda «erzuřom»yiş ebînê. em çeleye maweyekî zor lewê emênêtewe û be şi’ir û edeb xoy le « sedrî e’zem» nizîk ekatewe, lewêşewe ekewête bergawî ehlî «babî ’alî». deng û awazey şi’rî lew naweda deng edatewe, hatuçûy hemû dîwexanêkî kirduwe û legeł hemû core kesêkda hełsûkewtî kirduwe. be hoy sedre e’zemewe enêrrî bo ḧec. le řêgey mîsrewe ḧec eka û egeřêtewe bo estemuł, ta lewê buwe gelê car hatuçûy eḧmed paşay babanîşî kirduwe.bem core řay’ebwêrê ta le 1874 da egeřêtewe bo kerkûk û estemuł betewawî becê dêłê. le layen ḧikûmetî ’usmanîyewe nextê manganey buwe, xoyşî wirde wirde be beryewe kiştukałî le derî kerkûkewe kirduwe. jyanêkî řendane û edîbaney řabuwarduwe, zor car hatuçûy «wesman paşaPerson» û «meḧmûd paşa»y caf pyawe gewrekanî ew nawey kirduwe; ta le 1898da betewawî kerkûkî becê hêştuwe û çuwete beẍda le «tekyey tałbanî» danîştuwe. le beẍdaş legeł erbabî qełem û edebda řaybuwarduwe. myaney legeł binemałey selîm begî baban û seyîd ’ebduřřeḧmanî neqîbî beẍdada zor xoş buwe. ta le 1909y mîladî le temenî 74 sałîda be nexoşî «zeḧîrî» koçî dwayî eka û le gořistanî geylanî le nizîk şêx ’ebdulqadrî geylanî le beẍda enêjrê û leser qisey xoy em dû şi’re farsîyey xoy leser berdî gořekey heł’eknirê:

ya risul alle çe başd çun sig asḧab kihifPersian
daxil cinّt şum dir zimrey asḧab tu?Persian
aw rud dir cinّt û min dir cihnim kî rwast?Persian
aw sig asḧab kihif û min sig asḧab tu?!Persian

şêx řeza pyawêkî kełeget û çwarşane, nawçawan pan û çawî nextê muj û mor û zeq buwe, birokanî piř û pêkewe besarawbûn, beranlût û çenagey tozê pan, řîşe sipîyekey ehêştewe zyatir le sê pence, řîşekey çenage û ser gona û tewêłî xistibuwe yek endazewe, mêzereyekî sipî kurdaney şêxaney leser ena ser gwêçkey da’epoşê, dengêkî nêr û qisekirdinîşî zor xaw nebuwe. bêşełatî mîllet wekû baxçey padşahan waye, çon lew baxçeyeda hemû gułêkî bonxoş heye, lew mîlleteşda ebê hemû core nemamêkî têda bê. ca lenaw şa’ranî kurdida şêx řeza ew nemameye ke le babet zem û cinêwewe yekemîn kes buwe û estêrey le asmanî berzî edebyatewe buwe. emênêtewe ser ewe dîmenî kurdistan, ya tîlî çawî şoxêkî çaw cwan, ya dewrî tenganey xanedan, aya emane kamyan bûbêtin be hoy serçawey şi’rî şêx řezay tałebanî?. min lam waye eger seyrêkî dîwanekey û serguzeştî ew řêgane bihênrête berçaw ke şêx řeza le şi’irda girtûnî, hîç yek lemane nebûn ke agirî şi’ryan le diłya kirdibêtewe; bełkû cewrî řojgar û diłişkawî xoy û ḧez be berizbûnewey le sûçêk le sûçekanî jyanda kirdûyanete karê ke ser berête kořî şi’rewe. le layekî tirîşewe zorî dił be edebyat û eş’arî farsîyewe buwe, lenaw emaneşda şanamey fîrdewsî gelê car emdîw û ewdîw kirduwe. pabendî şi’rî şa’rekanî kurdîş buwe, emaneş dîsan telêkî tir ’atîfeyan bizwanduwetewe. leber emane naçar buwe her le seretay dewrî feqyetîda destî dawe be şi’rewe. babetî şi’rîş lew dewreda zor le bawda buwe. tenanet her le hawřêkanî gelêkî tir hebûn ke destî şi’ryan buwe, ya şi’rî şa’rekanî tiryan xwênduwetewe. bełam em ewaney neçuwete diłewe boye witûyetî:

çunke şa’ir zor buwe lem ’esreda
buwete ḧeşrî nêreker lem ḧucreda

şêx řeza siruştî xoyşî yarmetî dawe bo pêşkewtin, pêşkewt û estêrey bû be estêrey şa’rêkî zor berzî kurd le asmanî edebyatî kurdîda. bêcge lemane zîrekî û zeyntîjîyekî bałayşî buwe. le şi’rekanya - beşî kurdîyekey - natwanît biře şi’rêk bibînîtewe ke řêçkey yekêkî tirî girtibêt, ya lewî wergirtibê!. betaybetî ke dête ser zem û qise pê witin, yekemîn şa’rêkî kurde û kes neytiwanîwe le dozînewey şitî wirdî cinêw û qise pê witnida bîgatê. newek her ewende, bełkû înkar nakirê ke şa’rî berzî ’ereb «cerîrPerson» le basî cinêwda zor benawbange, min lam waye eger le dewrî şêx řezada bwaye, ney’etwanî le xakî «yemameLocation»we pê binête xakî ’îraq!. dax û zarî «şukirî fezlî» û bereberekanê kirdinekey legeł şêx řezada kirdûyete karê ke şêx pelamarî herçî wişe û me’nay xosin û ziman pîsîye bîda.

lepaşa way lê hatuwe lem qapîyewe dananî şi’rî cinêw wekû aw xwardinewe wa buwe lelay û kesîş neytiwanîwe tuxnî kewê!. tenanet geyştuwete payeyek şanazî be zimanyewe kirduwe ke şîrêkî tîjî karîgere û řastîşî kirduwe, wekû xoy ełê:

to hete têẍî deban û min heme têẍî ziban
ferqî ew dû têẍe her wek asman û řêsman!

lemewe serî kêşawe bo ewe ke wekû awî řewan şi’rî le kanî tebî’etewe hełqułê û bû be hoy ewe ke nawbangî belaẍet derka, wekû xoy ełê:

şêx řezam û be fesaḧet le cîhanda meşhûr
pisrî pîr nizir kirdey qitbî lahurPersian
şi’rî min wehbîye, kesbî nîye wişyarewe be
xot le min lade le suraxî qingit bem mexmûr!

lebin dest emeşewe le şi’rî sitayş û pya hełutnîşda wa nebê le şa’rekanî tir kemtir bû bê, bełkû le gelê şwênda pêşkewtûtir buwe, xeyałêkî nazk û tebî’etêkî awêneyî buwe. betaybetî eger hestî xêrêkî le yekê kirdibê, betewawî laleẍawey şi’rî kirawetewe û heta biłêyt wesfêkî berzî bo hatuwe. xo êcgar le beşî farsîyekeyda ew belaẍetey ke şêx řeza le barî sitayşî padşakanî dewrûberî şêxî tewêłe û çend kesî tirda twandûyetî meger her le dest ew hatbê!. le şi’rî farsîda řê û şwênî fîrdewsî zor girtuwe. le seretawe ke xoy xistuwete koşî şi’rewe «lamî’Pen name»y kirduwe be nawî şi’rî, wekû le hendê şwênra ebînrê ke ełê:

nîye bakim ger ew xebîse biłê
ewe eş’arî «lamî’Pen name»y kwêre

dîsan ełê:

wek «lamî’»y şa’ir nîye êste le cîhanda
şîrîn suxen û qabîl û xoş tebi’ û řeza sûk!

bełam le axirda em nawey gořîyewe be nawekey xoy û řazî bû be «řeza»... řêgey şi’rî řêgeyekî bê qorit û řewan buwe, ba me’nay giranîşî witbê her be asanî û řewanî derî biřîwe.

***

ca ba bêyne ser ewe hendê le şi’rekanî bas bikeyn bo ewe payey şêx řezaman le hemû sûçêkî şi’rewe bo derkewê:

şêx řeza lepaş ewe bawkî emrê û lelayen xizmekanyewe leser mîrat û kelepûr tûşî kêşekêş ebê, heł’estê eçê bo «koyeLocation» bolay şêx ẍefûrî mamî. şêx ẍefûr be qisey lûs û barîk tefrey eda û emîş řiqî le kerkûk heł’estê û em biře şi’rane ełê:

bem ḧałe eger def’eye tir biçmewe kerkûk
me’lûme be merdî neřwawe leserim tûk
boç biçmewe kerkûkî quřimsaẍ ke legeł min
ehlî hemû nasaze wekû awî ḧemamûk
pêm xoşe leber cewrî bira û lomeyî eqwam
sed car le ẍerîbî bikewm muflîs û meflûk
řojê be muradî minîş ełbet egeřê çerx
em mîçe qerarî nîye gahê cige, geh bûk
şahî ke nebê řadebwêrîn be feqîrî
bo ehlî qena’et le piław xoştire dandûk
şeş mange zyatir ke lepaş mergî pider, min
meẍdûrim wimezłûm û cefa dîde û mehtûk
ta saknî «ko»m, mame ẍefûrim wekû feẍfûr
kîsem piře dayîm le zeř û lîreyî meskûk
pabendî xelayq nîye teb’im wekû xełkî
bê kułfetim û řend û syaḧim wekû salûk
min xwaceyî eḧrarim û amêzşî dunya
hêşta ke nemîkirduwete bendeyî memlûk
wek «lamî’Pen name»y şa’ir nîye êste le cîhanda
şîrîn suxen û qabîl û xoş tebi’ û řeza sûk!

basî cewrî zemane eka û ełê hemû řojê wa nabê, mîçî dewran carî wa heye wezîre, carî waş heye gizîre. êste ełê: carê kîsem piře ta sibeynê hezar kiław ba eyba. min pyawêkî řend û derwêşim be hemû şitêkewe esaçênim, pabendî hîç şitêk nîm. ta lay mame ẍefûrim bim wekû şa wame. lêreda eger şi’rekan lêk bidrênewe felsefeyekî çerx gerdûn le barî newestanya bo ême der’exa. lepaş beynêk ke legeł mamî têk eçê û ew xoşewîstîyeyan namênê înca dênê cinêwî edatê û eyşiwatewe be ḧewt aw û ełê:

mamekem qeḧbe jine, dewłetî şeddadî heye
talî’î řahber û bextî xudadadî heye
yek dû dêy dawetê sułtan pey ît’amî te’am
her yekêkî be qedder, xezney îradî heye
çe firuş û çih ziruf û çe zya’ û çe ’eqarPersian
le hemû cînse meta’î sed û heştadî heye
em hemû genc û xezêney heye hêştakû teres
ne heway cûd û ne meylî kerem û dadî heye
řesmî aba’î kîřamî buwe asarî sexa
ne le aba’î ḧeya û ne le ecdadî heye
ger ser û řîşî pyawaneye baweř meke pêy
batînî cûlekeye, zahîrî zuhadî heye
xoy be her sûret umêdî keremim pêy heye lîk
řiqî zorim le «řeşîd»y kuřî gewwadî heye
řengî ker, dengî beqer, hey’etî seg xûy çeqeł
çaw kwêr, mexzetî kêr, meq’edî piř badî heye!
zîkir û ewradî leser kêr û zeker munḧesîre
seyrî ew ḧîze quřimsaẍe çe ewradî heye!
tif le kuz dakî, le kin xoy, kuřî hênawete der?!
gû be řîş bawkî, le kin xoy, emîş ewladî heye?!
eme gişt bawkîye sermeşqî lebo to dadawe
serbexo salîkî řehřew nîye ustadî heye
le girohî ḧerema kareker û dayk û xuşk
fatim û ’asim û aman û perîzadî heye
şew û řoj çepłe be kuz lê deden û hełdepeřn
fercyan tab û tebî kûreyî ḧeddadî heye!
bê ḧeyan cumle, xisûsen jine sozanîyekey
řeştî dêłeseg û qeḧbeyî beẍdadî heye!
min le kerkûkewe dênête kin em qeḧbe jine
legełim xesme felek,nîyetî bêdadî heye
kûnîy û ḧîz buwe manendî «řeşîd», teb’î řeza
hênd leber cewrî felek xatrî naşdadî heye

em şi’rane eweman pîşan eden ke şêx řeza řaste mezhebêkî şa’rîy buwe, le her laye şîrey gułêk bûbêt ew heng buwe be dewrya. herweha le ayînî şi’irda madde peristî xoştir wîstuwe lewe ke leser yek bîrubaweř û yek qise bimênêtewe... şêx řeza zemêkî «şukirî fezlîPerson» eka, le coşî diłyewe zimanî ekirêtewe û pêy ełê:

pûre şukirî besye ba netgêm û şemmet leq nekem
dayke kêr xorit hewałey sûrî ser ebleq nekem
nîyetim bû def’eye xomit pya dem, baz witim:
neqse bo emsalî min, ba gû le her eḧmeq nekem!
min ke şabazî şikar endazî şahîm pê ełên
ḧeyfe ba ahengî cengî sergeř û leqleq nekem
to be carê wek jinî faḧîşe pişt lê hełbiřî
nih’ witim: xêrî nîye, çawêkî ger lê zeq nekem
ḧîze, sa xot bigre ta bot bême meydanî mesaf
şerte hîçit pê nełêm ta bin gunit nesteq nekem!
kone ḧîzî şarî beẍda lêm ḧeram bê şa’rî
ger kuzî xuşkit wekû eywanî kîsřa şeq nekem
her wekû «mestî»m be ferdê ga, xwa řoḧim berê
mulḧîdî kafir mezeb ger toş be ew mulḧeq nekem
min dezanim kê le xiştey birdûy emma çe sûd
seyîde, seyîd ebê qisey sûkî ebê derḧeq nekem
pêy biłê ba muntebîh bê, toş genugû bes bixo
ba suleymanî be carê kafrî mutłeq nekem
’ehde kirdûme le xizmet «şêx řezaPen name»da wirçe kwêr
nayxeme naw lingî daykit, ta le toy êreq nekem

lem şi’ranewe ewe der’ekewê ke îlhamî şi’rî hecwî şêx řeza, şukirî fezlî buwe, we berberekanêyekey kirdûyete karê ke şêx bixate ser ewe be hemû hêzêkewe bigeřê beşwên qisey pîs û dûr le edebewe. wekû le şi’rekan der’ekewê, dyare şukirîş wa neyê be qisekirdin û cinêwdan be şêx hîç kemter xemîyekî nwandibêt, ewîş lebnidest şêxanî suleymanîyewe ta twanîwyetî daxî diłî xoy hełřişituwe, boye şêx wa agirî tê ber buwe. em dû şa’re le kurdida dewrî «cerîr» û «ferezdeq» egêřn le ’erebda. şêx řeza cinêw be şêx ’elî biray eda, beła cinêw çi cinêw?! cinêw be ḧemey westa fetaḧ eda ke yeke pyawî şêx ’elî buwe, şêx řeza mûy lûtî şêx ’elî girtuwe, zanîwye be hîçî tir ewende tûře nabê be qeder ewe ke cinêw be ḧemey pyawî bidey, ewîş hatuwe û witûye:

şêx ’elî, xo to minit awarhimrid û derbeder
çake hecwêkit bikem emma mufîd û muxteser
bo ḧemey westa fetaḧ êmet hemû aware kird
ey ḧemey westa fetaḧ daykit be kêrî nêreker!

ewete şa’ir demî bo dû cwên birduwe, lam waye kes neygeyanduwete şêx řeza le katêka ke wîstûyetî cinêw le «cimîl sidqî zihawîPerson» bida, we kes em fîkirey bemqi’ułî û tîjîye bo nehatuwe, wekû eme ke ełê:

ḧeyzî kuzî ḧîz û dizî feyroze gwawî
me’cûnî xene û wismeye bo řîşî zehawî!

lemewe hecwî ser ekêşê bo şitî teřtir, ełê:

muddetê nêr bazîy û êsta ke meylî mê ekem
arezûy ganî kiçêkî kuz piřî derpê ekem

lemeşewe gwêy nedawetê her qafyey bo řêk xirabê ba bo xoyşî xirap bûbê, çawî lê nebuwe, boye ełê:

bem cûte gune min ke ełêy ’enterî nêrim
lêm lade newek bitxeme ber ḧemleyî kêrim!

dîsan ełê:

min ne nanim xwarduwe emřo ne ganim kirduwe
wek jinî ser kase yaran boçî janim kirduwe?!
***

şêx řeza ke dête ser sitayş, pyaw wa lê eka ke biłê: em pyawe hemû jyanî xoy le řêy sitayş û çakeda xerc kirduwe û serî nekêşawete qapîyekî tirewe. çend be coş û berz û bałaye ew basey ke beranber be «kak eḧmedî suleymanîPerson» kirdûye?! ew me’na û belaẍete ke ew lew biře şi’reyda derî biřîwe, lam waye kem kes twanîwye bîgatê; berzîy xeyałekey em lewedaye ke le wêney em core sitayşaneda kesî lê pêş nekewtuwe û tenya ew twanîwye biłê:

merbûte ḧeyatim be suleymanî û xakî
xozgem be segî qapîyekey eḧmedî kakî
ew qudweyî sadate ke sukkanî semawat
şeřyane leser sucde eber merqedî pakî
ew merqedî walaye ke wek ’erşî mu’ella
meḧfûfe be zuwarî melek dewrî şebakî
bo dest û ’esa nazkekey daẍe derûnim
qurbanî ’esay destî debim, sol û sîwakî
dunya le dway ḧezretî şêx, zîr û zeber bê
wek tacî key û camî cem û bextî zuḧakî
derḧeq be ḧefîdanî, edeb lazme zînhar
qurbanî ḧefîdanî debim, babî û dakî
bem ḧałe perêşanewe baz «eşْhidu byalilة»Arabic
şi’irit tereb engêze, «řezaPen name» şa’rî çake

temaşa ekey şirîtêkit bo exate ser û baregay berzî kak eḧmedî tyaya der’ekewê. pol pol firîştekan dên bo dîdenî, wat pîşan eda ke çawit le sêberî şapeřî ew firîştaneye beser gumezî ew şêxewe ke baregakey dîmenî baregay keykawis û nîgarî camî cîhannimay cemşîd û nigînî guştabşay heye. ke şêx bo řazandinewey ew baregaye nema pêwîste îtir dunyayş wekû emane bipçiřêtewe; çunke îtir hîç nahênê. lepaşa be şanazîyekîşewe ełê: řeza şi’rekanit le kûrey derûnêkî piř coşewe dêt û aheng egêřêt. beřastî řastî kirduwe, aheng egêřê û diłî mirdû zîndû ekatewe!. be şi’rêk basî muftî zehawî eka, ełê:

mumkîn nîye îdrakî ḧeqayeq betewawî
mumkîn nîye îdrakî neka zîhnî zehawî

muftî zehawî ew zate buwe ke şêx řeza lebareya ełê: hîç şitêkî wird û diruşt nîye ke neyzanê û neydozêtewe. şêx řeza le barî mêjûnûsîşda bot der’exa ke şořeswarêkî ewmeydaneş buwe û be çalakane espî qełemî xoy taw dawe. dewrêkî «ewřeḧmanpaşa» û «’ewłapaşa» û «siłêmanpaşa»y babanit bo egêřêtewe ke le şarî suleymanîda fermanřewayîyan kirduwe û zemzemeyekî dadgusterîyan nwanduwe. ca xoy ehawêjête ew meydanewe û ełê:

lebîrim dê suleymanî ke darulmułkî baban bû
ne meḧkûmî ’ecem, ne suxrekêşî alî ’usman bû
leber qapî «sera» sefyan debest şêx û mela û zahîd
metafî ke’be, bo erbabî ḧacet «girdî seywan» bû
leber tabûřî ’esker řê nebû bo meclîsî paşa
seday mozîqe û neqqare ta eywanî keywan bû
dirêẍ bo ew zemane, ew deme, ew ’esre, ew řoje
ke meydanî cilît bazî le dewrî «kanî eskan» bû
be zerbî ḧemleyê beẍday tesxîr kird û têy hełda
silêmanî zeman, řastit ewê bawkî silêman bû
’ereb! înkarî fezłî êwe nakem efzeln emma
selaḧeddîn, ke dunyay girt le zumřey kurdî baban bû
qibûrî piř le nûrî alî baban piř le řeḧmet bê
ke baranî kefî îḧsanyan wek hewrî nîsan bû
ke ’ebdułłapaşa leşkirî walî siney şiř kird
«řeza» ew wexte ’umrî pênc û şeş, tifłî debistan bû

nazanim aya kesî tir twanîwyetî wekû şêx řeza perdey dewrî babanekan bigêřêtewe û leşkir û dîwexanekanyan be dengî mozîqa bigeyenête heywanî asman û lepaşa dax û derdî xoy hełřêjê bo ew dewre û bo ew řezmarayî û cilît bazîye?. we be şabeytekey basêkî kurtî cîhangîrî selaḧeddînî eyûbît bo bigêřêtewe û biłê ew selaḧeddîneş legeł paşakanî bebeda yek řîşeyan heye, ke řegezî kurd û qewmîyetî kurdîye!.

şêx řeza ke dête bazařî diłteřî û ’eşqibazî, sitayşî wat bo eka lat wa nebê ke taqe kiřyarêkî ew bazařeye, ke çî xoyşî le ḧeqîqetda şa’rêkî nuktebêjî zemçî buwe!. basî xoşewîstêkî ebro kemanî zołf perêşan eka ke xawenî cê simî ahuwe û be nazî tîlî çawî kiřyarî xerqe û tezbêḧî şêx û şêxaneye. ca em doste aya taqe gułêkî řasteqîne bêt û be bonî ’etramêzyewe diłî şêxî geşandibêtewe? ya dîmenêkî xeyałî bêt û bulîwlî teb’î řezay hênabête newaxwanî? her layekyan bibê payey şa’rî tałebanîman le meydanî edebyatî ẍeramîda bo der ebřê. bê guman yekêke lemane boye ełê:

demkujî ḧukme, dezanim be xuda ḧukme ḧebîb
were sa beşqî xuda des le yeqem berde tebîb
were destê bixeme gerdinî bilûrînit
ta wekû sifre le daxa bidřê wirgî řeqîb
talî’im neḧse, detirsim ke be azarî fîraq
bimirim û řojê nebê dewłetî wesiłim be nesîb
çawî fettanî to karî sîḧir û cadûgerîye
ke be yek ’îşwe eda ’abîdî sed sałe ferîb
ta le to dûre diłî ẍemzede, ey řaḧetî can
meşrîq û meẍrîbe mabeynî legeł sebir û şekîb
bê feraz nabê şekîb em qise teḧqîqe dełê
min le řêy ’eşqî to nemdî be xwa ẍeyrî neşîb
ẍeyrî zułfe le ser û sefḧeyî řût sabte ya ne
tînetî «tîbArabic»e ke memzûce legeł zînet û zîb?
şêx degořêtewe ger çawî be zułifit bikewê
xerqe û sebḧe be zînnar û çelîpa û selîb
taqetî taq buwe bêçare lejêr barî fîraq
bike řeḧmê be «řezaPen name» çake teřeḧḧum be ẍerîb

lêreda ke be wirdî em şi’rane bixiwênrêtewe ezanrê ke şêx řeza be çe cor xoy le meydanî ẍeramîyatîşda nwanduwe?! weya çon şa’rêkî diłteřî hewes perist buwe?. dyar bû ewey pêşû tapoyek bû xeyałî ke dirustî kirdibû, bełam ke dête basî sadeřuxekan, ew sade řuxane ke xawenî komełe befrî şeqkirawî be mişarin, řastewřast xoy exate koşyanewe û lewêda pêt ełê: tuxnyan mekewe, çunke wefayan nîye. em amojgarîyey le kûrey derûnêkî becoşewe heł’eřêjê, lew kûrewe hełî eřêjê ke botey taqîkirdinewey leser buwe û xoy le kûrekeda ałtûnî ew boteye buwe, ełê:

em sadeřuxane le melaḧet ke temamin
dewret deden û tefre mexo qet mełê řamin
geh dostî wefadarin û geh dujminî xunxiwar
diłnermî deken gah û gehê sext kelamin
’aciz mebe nek bo to wefayan nîye bo kes
me’lûme ke em taqme wek tasî ḧemamin!

wa dyare şêx zor dax le dił buwe boye witûye:

kesê bîbê ḧeya wu şerim winamûs
ebed naka řefêqî taqmî lûs

eger sed sał bidey řinc û neyangêyt qisey wat pê ełên neygirtibê qamûs

şêx le dewrî pîrîşda xoy her heł’ekêşê û ełê:

’umirim geyî be heşta kêrim be kare hêşta
tesdîqî ger nefermûy, hestim berim be řeşta

şêx ekewête barî qisey nesteq û nukte bazî. ke dête basî kirdewey şêxî îman firoş her le xoy eweşêtewe ke biłê:

şoxê be înabet çuwe lay zuhd firoşê bo exzî terîqet be diłê piř le xiroşê

xoş hate cwab û witî: to ḧeqte welê min

sałêke firoştûme îmanim be qiroşê

qise nesteqekey wekû tirazû waye bo jyan ke ełê:

pîr ke kokî winetřî,dûre łe mirdin hêşta wirde ahengî dway koke nîşaney ecele

pîr ke kokî û tiřî, dengî wikuwe barezele
şahîdî mu’teberim ’êzetî me’mimûrî tele

bîrî têjî şêx řeza nebê kes natwanê dengî barezelî be diła bêt!....bemewe newestawe serkewtuwe bo îşî dûbedûyş, ke ełê:

her le dengî keřena û şeypûrî çengîz xan eka
wirde ahengî pyawî pîr ke wextê gan eka!

dyare zor çak çuwete cergî çonyetî jyanî xêzanî û komełayetîyewe, boye qisekey wa be danisqe eşê le katêkda ke ełê:

tiřî ewladî em ’esre be kêrim
kemin mirdim megergû biken bexêrim

aya çe şa’rêk twanîwyetî bem core cinêw be dujminî xoy bida wekû şêx ełê:

aşî simtî to be’awî kêrî ême nageřê
aş betałî bobke,ger taqetî danit heye!

aya mubalẍeş bem core? ke ełê:

gîr nebû destim leberlûsî besmitî xiřyewe
zor nemabû gerdinim bişkê,be gun xom girtewe!

yekê le nukte şê’rîyekanî şêx řeza eweye ke ełê:

bo kerê ê’lanî ḧerbî kird legełman şêx ḧesen
seyrî ken yaran çe gobendêkî gêřa, em kere!

eger şêx ḧesen bêt û biłêt ew cinêwet boç pêdawim? şêx ełê xo min be tom newtuwe! witume:kereke bû, behoy gobendinanewey em şeře!.

çen cwan basî fiřufêłî şêxêkit bo eka,ke ełê:

lazme bo şêx sibeynan gurgexew
ta biłên şêx zahîde û nanwê be şew!

ay çend le demar û xwênî komełayetîda çuwete xwarewe û çon em felsefeye bo der kewtiwe ke ełê:

saẍ le dunyada nemawe, ger qisey saẍit ew
bê hejarit pê nîşan dem ger quřimsaẍit ewê

be wirdî le felsefey siruştî ademîzad wird ebêtewe ke ełê:

dwênê qetrey xwên bûyt îmřoke kefê xakî
benî adem kerî, ger ker nebî boç hênde bê bakî?

em me’na felsefîye ke şêx lem taqe şi’reyda cêy kirduwetewe, kem kes twanîwyetî ew belaẍete binwênê û be çend wite ew me’naye derxa. aya şêx řeza lewane buwe ke noy bidate qerey felsefeyekî tesûfî û ḧîkmetêkî řoḧî? bełê, şêx řeza be dû beytî kurdî beriztir me’nayekî ew meydaney derbiřîwe ke ełê:

zubdey meta’î ḧîkmete em şi’rî kurdîye
herzane biş mubaleẍe ḧerfê be gewherê
camey ḧeyatî ’arîyet kurte zînhar
alûde damenî meke bo pêçî mêzerê!

tanîwyetî ke biłêt: parçey řengawřeng û benirxî ḧîkmet ke hênrawete meydanewe şi’rî zimanî kurdî xawêntir û pakjitirî ew parçe û kûtałeye, eger bêtû taqe ḧerfêkîşî bifroşê - tenanet be ałtûnêkîş -- leber ewe em benirxtire her exłetêyt. dyare em şi’rey minîş day’enêm yekêke lew şi’re benirxe kurdîyane. em cilubergî jyane leber ewe hî xot nîye û şitêke xwastûte, natwanî zorî leber keyt, ebê xêra bîdeytewe be xawenî. ca wirya be pîsî nekey bo pêçî ew mêzere ke leserî enêyt û be corêkî tir eçîte pêş çawî mirdimewe; be corêk eçîte pêş çawyan ke le řwałeta le pyawêkî ayînî eçît, ke çî le penamekîda ebî be dizêkî řêgir!. dîsan wirya be dawênî ew ciluberge - ke axir û oxrî jyanekete - pîsî nekeyt bo ew kirdewane ke le seretay jyantewe leserî bûyt û biłêyt le zemanî gencîma gelê îşî herzekarîm kirduwe, taze hîçî tiz kełkim nagrê, ba her bew îşe herzekarîyanewe serbinêmewe!.ne, wa meke,zemanî herzekarî herzekarî bû,zemanî pîrî leber ewe ke pyaw řûbeřûy qapîyekî tir ebêtewe - ebê be hemû amadeyyêkewe řûy têka û baweş bika bew kirdewaneda ke parêzgarî pyaw eken lew qapîyewan wimuḧasîbane ke çeqî řêgay mirdin û gořyan girtuwe û lewêda çawyan birîwete însan!

dîsan wate em jyanî kurtî dinyaye-megořewe be jyane hetahtayyekey tir. le kurdîda ełê «ew şite pêçî mêzerêke»mebestî eweye ke zû beser eçê.

***

min nem ewîst lêreda bêcge le kurdî le şitêkî tir bidwêm û qise le ẍeyrî şê’rî kurdîyewe bikem,

bełam şêx řeza naçarî kirdim ke qise le dû şitewe bikem û herdûkîşî farsîye: yekem ew şê’rey ke basî taqî kîsra eka û ełê :

şikafî ke bînî dir aywan kisraPersian
dihanîst ke gwîd biqa nîst kis raPersian

yanê : ew qełşawîye ke lekîsra da çawit pî ekewê,ewe demêke demî kirdotewe û ełê : manewe bo kes nîye taqî kîsra kem şa’ir buwe qisey lêwe nikirdibêt û xoy lê nedabê. yekêk lewane «buḧtûrî ,menbecîPerson» şa’rî berzî sedey sêhemî hîcrî ’erebe .be 51 şê’ir basî taqî kîsřat bo eka û seretay ekatewe û ełê:

sinit nifsî ’ima yidins nifsîArabic
û tirfi’it ’in cida kil cibisArabic

le şê’rî nohema ełê:

atsilî ’in alḧizuz û asîArabic
limḧil min al sasan dirsArabic

pakêjî me’nakey wate: aya eger çawit be şwênî binemałey sasanîyekan bikewê, ebê be derz bot û îtir pişt be hîç çake wixrape û berzî nizmîyek nebestî!.

yekêkî tir «xaqanî , şîrwanî» şa’rî gewrey sedey şeşemî hîcrî farse, ewîş be 42 şi’ir her basî heywanî kîsrat bo eka û seretay şi’rekanî bewe ekatewe ełê:

han,ay dil ’ibirit bîn azbinde nizirkin hanPersian
aywan midan ra ayîney ’ibirit danPersian

le şi’rî nozdeheha ełê:

ayn ast himan aywan kiz niqiş rix mirdimPersian
xak dir awbud dîwar nigaristanPersian

pakjî mi’nakey wate: eme ew heywane ye ke leber zorî hemû core merdimêkî cwan şox wişeng dîwarî nîgaristanekan-ke bewêney nayab nayab řazênrabûbûnewe-hênrwan kirwan bexakî naw qapîyekey bo ewe bibin řêbazî em cwanane ke êste lewêda danîştûn çunke leber cwanî emane nîgarekan îtir nirxêkyan nemawe,ebin bikirên be xakî ser rêga,

bełam egir’îme be çawêkî wird bînewe lew taqe şi’rî şêx řeza wird bînewe,ebînîn le barîd’îlmî belaẍe beyanda lewaneye hînekey em beriztir û piř me’natir bê!boyeş waye,çunke îcazekey geyandote ewpeřî, tenya de wişey têda xerc kirduwe ke çî belaẍe û felsefekey ewanî girtotewe, herçend lem řuwewe mewlana xalîdîş ełê:

çişim ’ibirit birgişa û taq kisra rabbînPersian
pirdedarş ’inkibut wiciẍd nubit zin bud!Persian

wate: çawêkî ’îbret hełbiře û temaşayekî taqî kîsra bike,seyr ekî całcałoke berdedare wikunebebuwe nobetçî! bełam lewaneye eger şwên xaqanî nekewtibê zeynyan yekî girtuwetewe, legeł eweş her hînekey şêx řeza dûr nîye beriztir bê, çonke le felsefey me’nake û řêkxistinî ’îbareteke kesî lê pêş nekewtuwe. ewende heye eger ewe kurdî bwaye, sed ewendey tir payey şêx řezay berz ekirdewe. dûhem em fîkire wirde nayabeyetî ke gawrêk ser řêy girtuwe û witûye: eger ’îsa paye beriztir nebwaye le muḧemimd lelay xwa, neyan e birde asman!. ewîş ełê: ke ’îsa û muḧemmedyan le tirazûy qedir şinasîda kêşa , leber ewe paye berzî muḧemmed girantir bû:

nişist kifey mîzan mistifî be zimînPersian
be asman çiharim misîḧ şid biştabPersian

takî tirazûy muḧemmed girantir bû, nêşte erz û hî ’îsa sûk bû xoy negirtewe ta asmanî çwarem!

ême nebê leser ew baweře bîn ke bêcge le zîrekî û wirdekarî şêx řeza kesî tir neytiwanîwe em wełame beřê û cêye bidatewe û fîkirî bo şitî wa biřwa.

kewabû şêx řeza çûn şa’rêkî xusniçî buwe, herweha sitayşçî, ẍeramî û wirdekarîş buwe zortir le şi’rekanî bûn wekû pendî pêşînan û merdim leberyan kirduwe.

şêx bêcge le şi’ir le qise û serguzeştîşa her qise nesteq û nuktebaz buwe.gełê qisey danisqey le şwên becê mawe. ême leme zyatir nemanwîst dirêje be basî şêx řeza bideyn boye qisekanman negêřayewe.

dîwanî şi’îrekey lełayen « merîwanî »yewe le sałî 1935y mîladî le çapxaney«merîwanî» le beẍda bo carî yekem leçap dirawe, bo çelî dûhemîş lelayn «şêx ’elî tałebanî» neweyewe le sałî 1946y m, le çapxaney « mi’arf» le beẍda le çap dirawe. emey dwayîyan le pêşa beşî kurdî înca farsî, û beşwên ewana turkîyekey dêt, hî yekemîşyan be şwên emanda ’erebî dêt.

le layan «seydyan» yişyewe le mihabad ofîst çap kirawetewe bełam bebê tarîx.