meḧwî

(1830-1940)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 20 minutes  3172 views

şagirdî meyxaney meyfiroşanî me’rîfet le sozda, xelfey kořî çilekêşî eşkewtan le xuroşda, şêxî ser bermałî dił řûnakan bew çawî piř le firmêskî xwênînewe, pîrî dîwaxanî pałewanan bew baweřî qaymî asnînewe. şeyda be kêşî qisey nesteq le barî ayînî, wale be zuştî legeł nefsî pîsî řaberî bê dînî. aşna buwe ’eşqî tenha be basî kirdewe bo řojî dwayî, neydawe xermenî fîkirî be des xeyałî şen û bay dunyayî, dana buwe be felsefey ew řêgeye ke řêy terîqete, zana buwe be wirdekarî ew baweře ke bîrî şerî’ete, qisey awêney diłye, şi’rî têkławî giłye. nefsîyetî sofî buwe, bîrî tîj û qûłî buwe. şa’rî berzî em dastane nawî «muḧemmed» û kuřî «mela wesmanPerson»y bałxîye - bałx dêyêke le nawçey mawet le lîway suleymanî - le sałî 1830y mîladî le şarî suleymanî hatote dunyawe. le temenî ḧewsałîda xirawete ber xwêndin, le kitêbe wirdełekan buwetewe û seretay xwêndinî ’ilûmî îslamî lay bawkî dest pê kirduwe, le paşa be feqyetî çuwe bo sabłax bolay mela «’ebdułłaPerson»y pîrebab, sê sałêk lewê mawetewe, geřawetewe bo suleymanî, lew naweda û lelay mela çakekanî ew dewreda gełî derzî wergirtuwe, înca çuwe bo beẍda bolay «muftî zehawîPerson», maweyek lelay zehawî mawetewe û îcazey melayetî pê dawe û le «1859»da kirdûye be mamostay mizgewtî «amam a’zimArabic». le «1862»da beẍday be cê hêştuwe û çuwetewe bo suleymanî, le suleymanî buwe be endamî meḧkeme. le «1868»da ke bawkî imrê, xoy le îşî ḧikûmet ekêşêtewe û dest eka be derz witnewe be feqêyan. mela wesmanî bawkî, xelîfey şêxî «sîraceddîn»y tewêłe buwe, xoyşî her lew binemałeyeda xelîfeyetî şêxî «beha’eddîn» wer’egrê, le dûlawe be dû lada merdim fêrî ’îlim û tesewuf eka.

le «1883»da barge epêçêtewe û eçê bo ḧec, herke le ḧecekey ebêtewe lewêwe eçê bo estemuł, pyawe kurdekan eygeyenin be «sułtan ’ebdulḧemîdPerson», sułtan şêx muḧemmedî be ’îlim û tesewwifewe eçête diłewe, newazşêkî zorî legeła eka û ferman eda le suleymanî xaneqayekî bo dirust eken - ke be nawî xaneqay meḧwîyewe nawbang estênê û îsteş ew xaneqaye mawe - ke egeřêtewe bo suleymanî îtir dest eka be derz witnewey ’îlim û řaberîkirdinî merdim le barî tesewufda, ta le «1904»y mîladî le temenî 73 sałîda şerbetî mirdin exwatewe û le xaneqakey xoyda enêjrêt. şêx muḧemmed pyawêkî bała berz û kełeget, sûr û sipî û çaw gewre û řîşêkî dirêjî pêwe buwe, be nermî we leserxo qisey kirduwe, mêzerî sipî kurdaney leser danawe û kewa û sułte û cubey leber kirduwe, le dewrî axirda jûrêkî le xaneqakey xoy bo xoy terxan kirduwe, lewêda wextî kirduwe be sê beşewe:

beşêkî bo derz witnewe, beşêkî bo danîştin legeł merdima û amojgarî kirdinyan le barî şêxayetî, beşêkîşî bo nwêj û zîkir û fîkir. le seretay jyanîşyewe zortir ḧezî be goşegîrî û têkławnebûn kirduwe û lay wa buwe ke sûsey nesîmî me’newîyat lem sûçewe dest ekewê. ke maweyek mawetewe û bonî hîçî nekirduwe kewtote ser ew baweře ke ta coş û xiroşêkî nebê nagate řûy azîzan. be xoy ełê:

ser, ke coşêkî nebê min zirke tałem bo çîye
dił ke hoşêkî nebê şîşey betałim bo çîye!

pêy ełên: em coş û hoşe etkêşê bolay ew meydane ke meydanî ’eşq û ’aşiqane û meydanêkî tirsênere; meydanêke ke serçawey îlhamatî şi’ir û idebe. bazařî şi’rîş gelê liqî lê ebêtewe, ełê:

ezanim badyey ’eşqe xeternak
ke çî her çûm eger mawim, eger çûm

ke ekewête ew meydanewe bebê îxtyar şerabî ’eşqî şa’ran exwatewe û «meḧwî» eka be nawî şi’rî. ke wabû meḧwî lew kesane bû ke tenha sozî me’newîyat qapî şi’rî bo xiste ser gazî pişt, bebê ewe diłî kirdibê be hêlaney xeyałî řûmet gułan bo geyştin bem amance. bełê, meḧwî bem core xoy hawîşte kořî şa’ranewe; bełam aya hestî bewe kird ke perdey xeyałî şa’ir perdeyekî nazkî kamêraye? řûbeřûy heriştêkî kirdewe wênekey wer egrêt û bo paşeřoj eyhêłêtewe. ya her dengî awazî şi’rî le beynî çwar sinûrî ’eşqî ḧeqîqîda mayewe û hîç cim û cûłêkî nekird?. min lam waye emey dwayîyane meger carcarêkî zor kem nebê ke serêkî leser dîwarî sinûrekewe kêşabêtewe bem dîwa bo ewe bizanê çî heye û çî nîye.

ew małe ke meḧwî tyaya gewre bûbû naçarî kirdibû bewe ke ser berête mozexaney ehlî tesewuf û berawirdêkî bîr û baweřekanyan legeł diłî xoyda bika. kewabû dîsan her tesewuf meḧuyî kird be şa’rêkî tesewwifî û kirdî bewe ke be destûrî «mîtafîzîqî»yekan le pişt perdey tebî’etewe şit biłêt, wekû biłêyt felsefe û tesewwifî le swêneyekda şêlawe, bem bonewe goya be dirêjayî jyanî legeł şeytan û nefsida destewyexe bûn!. bełê, meḧwî şa’rêkî wirdekarîş buwe, wirdekar buwe newek gałte, boye hendê qesîdey le mangêkewe ta sałêk dirêjey kêşawe, bełam em wirdekarîyey eger têkław be felsefey tesewwifewe nekirdaye ney’etwanî bistê bewlawe biçê. herweha şa’rêkî qise nesteq û cînas perwerîş buwe. dîsan ewîş ta be tesewuf awî nedaye her boy nehatuwe. kewabû meḧwî çon xoy şa’rêkî sofî buwe, şi’rekanîşî giran û qûł û zor be şwênyana geřawe û xoy tûşî ’ezyet kirduwe ta dayanî nawe!. înca etwanîn lêreda bêyne ser baskirdin le hendê le şi’ryewe bo ewe ew payeyeman bo derkewê ke meḧwî le şi’irda girtûyetî. basêkî xoy û nefis û dunya egêřêtewe ełê:

le nakes karîya xakim beser, řoyî be ba ’umirim
xwa sa bimjyênî ta leber qapî kesê demirim
be zay’ çû le «ma la yi’nîArabic» ya weqtim hemû, ye’nî
debê wextê le «bwaluqitArabic» ê bixiwazim ta tya bimirim
ecel dewrim deda ḧazir be we’dey dewr û teslîme
minî ẍefłet zide hêşta xerîkî mes’eley dewrim!
xeyałî pûçî dunya wa demaẍ û diłmî pêçawe
qyamet her meger řojî qyamet bêtewe fîkirim
le pê kewtûm û nefsim bo hewa deşnê wekû mindał
le ber pîrî serim xoy nagrêt û taze pê degirim
çîye sûç û gunahim boçî demkate cezaxane?
le qebrełken heta řojî ceza de’wa çîye qebirim?
sibeynê «yiḧşir almir’Arabic»e, biragel firsete îmřo
tibeřřa bin le min, ba kes nebê ḧeşrî legeł ḧeşirim
le min nazanim îtir nefsî bedxû çî dewê «meḧwîPen name»
ke bed kirdar û bed řeftar û bed efkar û bed tewrim
meger ber mewcî beḧrî řeḧmetim xa wesfî settarî
wegerne zeḧmete pakbûnewem, namumkîne ḧeşirim

meḧwî ḧałetêkî tesewuf û derwêşî be bîrêkî wirdî felsefî der ebřê, îcgar leber ewe xoy be sûçdarêkî tewaw ebînê, derde diłêkî be soz eka û ełê: daxî giranim min kełkî jyanim nîye, ew jyane ke ełên baxçey axîrte û towî tya eçênrê bo ewe berî piř xêr û bêrî řojî dwayî bida be destewe, çunke temaşa ekem - heş beserim - hemû ’umirim řoyî û hîçim nekird, kewabû xwaye ewende bimjêyne ta xom igeyênme ber qapî kesêkî weha ke jyan bo ew başe û ew ezanê çon lew zewî û zareda kiştukał bika?, bo dirûnewey xermanî ew dunya bełkû behoy paşerokî ew xermanewe minîş şitêkim dest kewê!. min fîkir ekemewe em jyane xoşewîste - ke gelê le ałtûn benirxtire - be corêk dořandûme tenanet beşî taqe henaseyekî xawênîşim bo nemawetewe ke bitwanim be řûsûrî tyaya bimirim. be naçarî ebê bo eweş her pena berme ber yekêkî weha ke lapeřî jyanî

- le barey çake û çake kirdinda - wekû awêney bê gerd wabê û tozêkî lê bisênim bo ewe lew wexteda řoḧim bidem be destewe. ewa min eme ḧałme ke çî mirdinîş wekû şimłî şeř gil û xulyetî be dewrma ełê: were meydan, çît wergirtuwe bîdere dwawe?!. bełê min şitim wergirtuwe - ke gyan û şi’ûre - řoḧ û hest bo ewe wer’egîrêt ke xway pê binasrêt û fermanberdarîy xway pê bikirêt, bełam min leber ewe ke ew mebestem pêk nehênawe, wekû hîçim wernegirtibê waye. îste ewa kewtûmete ser ewe hoşim hatotewe be xoma ke jyan ebê bo fermanberdarîy xwa xerc bikirêt û êste be temay ewem ke pê bawêjme ew meydanewe!. kewabû mirdin, min hêşta le dewrî ewełdam, to çon ełêyt bêne bîdere dwaw?! çîm peyda kirduwe ta bitdemê? minê ke xeyałî piřupûçî dunya way xew lê xistibêtim ke meger řojî qyamet xeberim bibêtewe û bizanim eme qyamete, îtir to çon êste ełê: bêne ḧîsabî xot bidere dwawe?!. minê ke benaw ewende pîr bûm, le pê kewtûm û serim elerzê, ke çî nefsim wekû minałêkî sawa çon pê bigrêt û be şineşin be pîrî şitewe biçêt, bew core taze xerîkî ekewête giřugał û pê egrêt û eçê be pîrî arezûy şehwanîyetewe!, min nefsêkî wam bibê ey mirdin! to çon ełêyt bêne çît wergirtuwe û peydat kirduwe bimderê?. aya min ke hatme dunyawe bo ewe hatim ke fermanberdarîy xwa bikem? ya lêy hełtekênim?! dyare hênanekem bo fermanberdarî buwe ke çî nefsekem ew ketney gêřa, mawey jyanekemî bew derdey bird ke birdî, neyhêşt îşêkî çakey têda bikem. min ke bem core gîrodey zincîrî nefis bûbêtim, îtir nazanim ebê çe sûç û gunaḧêkim bibê û ebê boçî bixrême ew bendîxaneyewe û eşkence û azar bidrêm? ebê boçî leber ewe ke ewende xirap bim gořekem ta řojî qyamet muḧakemey gořhełkenekem bika û pêy biłê: min xawênim û emeş le min dirust kirawe, êste boçî bem pîsîye hênawte û pêt dawmetewe?. ewa min bew derde çûm, kewabû kuřîne, hel le dest ber meden, tuxnim mekewn ba êweş wekû mintan lê neye, heta zuwe îmřo xotanim lê dûr xenewe ba sibey řoj ke ḧîsab û kîtabî ’alem ekêşrêtewe ḧeşirtan legeł min nekirê, newek êweş pêwe bibin!. ewa çawtan pêkewt ke nefsî pîsim bem core kemerî dujminayetî legełma bestuwe û way lê kirdûm ke kirdewe û qise û hoş û bîr û xûřewştî be carê têk dawim, ke çî leser emeş her wazim lê nayenê. kewabû meger xwa be mîhrebanî xoy bimxate ber şepolî řeḧmetî xoy û bimşarêtewe û bimşiwatewe, egîne zor girane be şitêkî tir pak bibmewe û dałde bidrêm!.

temaşa ekey lêreda meḧwî be bîrêkî zor zor wird lem felsefey jyan û nefse wird ebêtewe, lelayekewe xoy zor be xirap ezanê, lelayekî tirewe ełê min xirap nîm eger nefsim legeł nebwaye!, le axrî karya îşî xoy berew řûy xway xoy ekatewe. kewabû meḧwî řêgeyekî girtuwe ke felsefeçîyekanî dewrî naweřast le ’alemî eřwaḧda girtûyane!.

***

dîsan meḧwî dênê be cînas û wirdekarî û řêk xistinî ’îbaretî giran, her le barî tesewufda pê exate qapîyekî tirewe û ełê:

le seyrî xestexaney ’eşqî ew sewzey kewa şîne
leser her xeste dê, ya xwêndinî yasîne, ya şîne!
şehîdî ẍemzeye be’zê, seqîmî ’îşweye cem’ê
dyare serniwîştî ehlî dił ya şîne, ya sîne
le beng em bengyane çî debînin? xo le xo gořan
le dunyada medarî ’eyş û xoşî xo nenasîne
beser diłda le qapî feyzewe dê neş’e pey derpey
çe ẍemzey dîde mexmûrêke emşew? jan deka sîne
henasem da be nałe ’erzî ḧałim kem ke tasawe
le xwênawa dił û cergim, derûnim keyle ta sîne
le ’alemda ’elamey subḧî ḧeşir emşew beyanî da
xwa ’alem le çakî ew beroke derdexa, sîne
mela tełqînî «meḧwîPen name»da neda «ḧibil alimtînArabic»y ew
le cêgey zelle zeylî ře’fetî «tahaArabic» wu «yasînArabic»e

nazanim meḧwî çî naçarî kirdote ser ewe ke bem core ’ezyetî xoy bida bo ewe şi’ir dabnê?! aya şi’ir dengêkî nihênî nîye ke telî ’atîfe ebziwênê? aya şi’ir dewarêkî awrêşim nîye ke le lalezarî gêtîda heł’edrê bo ewe pyaw le sêberya xoy le germa û serma ḧeşar bidat û le binyana dił û dîdey be bon û dîmenî gułałey řengawřeng bigeşênêtewe? bełê, şi’ir emaneye, bełam wextê emaneye ke be corê butrê pyaw lêy tê biga, be corê butrê ke ew mebeste wekû awî gewara bikirê be gerûda, newek şa’ir bênê tenha bo kameranîyekî řoḧî xoy, şi’rekanî bixate pile pileyekewe ke bêcge le xoy kesî tir destî neygatê! bełam lomeş nakirê, çunke wîstûyetî bibê be şa’rêkî îbtida’î!.

ewa min lêreda mebestî em şi’rane lebatî meḧwî der’ebiřim bo ewe le gořeke ser řast katewe û biłê: beřastî le ’alemî şi’rî tesewuf û nuktezanîda minit pîşanî mirdim da:

ewa koşkêke ser birdote asman, jûrekanî lepaş geçkarî be boyey řengawřeng boye kirawe, giłopekanîşî řûnakî biław ekenewe, kursî û qerewêłe û nwênyan tya danrawe, masêř û birîn pêçekan be bergî awełdamenî tirsênerewe tyayana westawin, pizîşkekan le tenîşt cantakanyanewe be ’eynekekanî berçawyanewe mujdey xoşî biław ekenewe, melayekî nûranîş be řîşe cwanekeyewe le berheywaneke leser bermałêk danîştuwe, camê awî ḧewsûn kirawî le tenîşt xoyewe danawe, cizmêkîşî le berdemaye be newayekî lahûtî dengî xwêndinî «yasîn»y berz kirdotewe. beramber bem koşke «kanî û serawêke», darî ’er’er û sinewber çuwe be asmana, serçawey aweke ewende cwane wirde berdekanî buwe be mirwarî! newnemamêk ke destî kirdigar nexşey endamî kêşawe, bew leş û lar û gerdenî wek mînayewe, bew řûmetî genim řengî diłřubayewe, kewayekî şînî asmanî leber kirduwe û leser kanîyeke danîştuwe û yarî be aweke eka legeł firîştekan!.

şêx emaney berçaw ekewê ełê: ay, temaşay ew koşke ke, ke xestexaney ’eşqe, xestexaney ew kesaneye ke nîgarî ew sewzey kewa şîney ser aweke karî tê kirdûn û be derdewe gilandûnî, ew, boye lewê danîştuwe ke bibê be řêbazî meftûnanî bazařî ’eşq, herkes ke çawî pêkewt giriftarî dawî bełay bibê û bîbene ew xestexaneyewe; çunke pêy xoşe pêy biłên: em koşke xestexaney ew kesaneye ke giriftarî dawî to bûn, eyewê bêcge le cwanîyekeşî bem core nawbangêkî tir bo xoy derka!: înca nexoşekanîş ya emete behoy dengî xwêndinî ayatî «yasîn»y mela nûranîyekewe - ke bonî mujdey lakirdinewe û dił nerimbûnî yarî lê dê -, bonî dił nerimbûnî yarî lê dê, çunke ke ew şoxe gwêy le dengî em yasîne bû serêk berz ekatewe û řûyêk ekate dengeke û ezanê eme boçîye, diłî nerim ebê û řûyêkîş ekate nexoşekan, ke řûy tê kirdin bay şîfa lelay qîblewe heł’eka û řizgaryan ebê. ya emete be hîça řanegen, be daxewe emirin û dengî giryan û zarî masêřekan berz ibêtewe!.

şîx be řûmetî sewze û keway şîn, cînasêkî legeł sûrey «yasîn» û dengî şîn û giryana pêk hênawe, le paşa ełê:

ewaney birîndarî ’eşqin û lew xestexaneyeda kewtûn, hendêkyan şehîdin be dest nazî yarewe, zorîşyan nexoşî destî ’îşwen. dyare ewaney ke ehlî dił û meftûnî ḧeqîqetin ḧerfî hewełî serencamî îşekeyan ya «şîn»e, ya «sîn»e, yanê ya şehîdin ya seqîmin, le nîwe şi’rekeda ełê: «şehîdî ẍemze û seqîmî ’îşwe» bem şîn û sîne lef û neşrêkî legeł ewda pêk hênawe û cînasêkîşî legeł axrî nîwe şi’rî dûhemî şi’rî yekemda dirust kirduwe. le paşa ełê: ew kesey dête dunyawe, eger be temay ewe bê ke biga be jyanêkî kameranîy beheşt, ebê be hemû cor têkoşê û le dunya larî bê, têkoşê bo qyamet be corêkî weha ke xoy le dunyada win ka û wekû «minsurPerson» xoy bo nenasrêtewe!... aya em beng kêşane le beng kêşanekeyan çîyan dest ekewê? xoşî? kam xoşî? ew xoşîye ke xoyanyan lê egořê! kewabû nuxtey xoşî dunya eweye ke pyaw xoy lê bigořê. dey dunyayêk ke eme xoşîyekey bê, ebê be çe řûyêkewe pyaw řûy tê ka?!. temaşa ekem le qapîyekey nihênîyewe leseryek leseryek bayekî řeḧmet eda beser diłma; axo em baye karî çe çaw mestêk bêt ke wa hewake ebřê û tewjimî ew hewaye em karesate le sînemda peyda eka?. wîstim henaseyek hełkêşim ke behoy nałey ewewe derdedłî xom aşkira bikem, seyrim kird behoy qułpî xwînewe tasawe û dił û cerg û derûnim tageyştote ser singim hemûy le xwêna keyl buwe, îtir nemtiwanî henasekeş hełênmewe!. aya hîç agat lêye ke îmşew lem kewneda nîşaney beyanî ḧeşir çon derkewt? xwa ’alme leber ewe ke ew şoxe leber berokyewe singî derxist, ewe bû behoy sipêdey řûnakî ḧeşir lew berebeyanda!!.

meḧwî leber ewe ke zor gunaḧbare, mela nehate ser gořekey tełqînî bixiwênî, bełam destigîrî qaymî ew lebatî hemû xirapeyek - ke kirdûyetî - mîhrebanîy «teNamed-Entity» û «yasînNamed-Entity»e, - ke muḧemmede «dix», weya dû ayetey «qil kil mitirbis fitirbiswa fisti’limun min esḧab alsirat alsiwî û min ahtidîArabic» we «fisbiḧan alzî bîdة milkut kil şî’ û alîة tirci’unArabic»e , ke axrî sûrey «te» û «yasîn»e û mujdey xoşî eden - kewabû meḧwî ba xirapekarîş bê her yas nabê le řeḧmetî xwa.

***

meḧwî řaste be felsefe peristî û derwêşî û ’îbaret řêk xistinewe xerîk buwe, bełam le bin dest emeşewe layenî qisey nesteq û ḧekîmaney bernedawe, bełkû lem babetewe gelê bałatir û qisekanî bo danisqe eşên, lebabet ewewe ke herwa wekû niqum bûy ser parçe texte mawetewe ełê:

çi bikim ne ewkesem ke kesim bê lela be kes
xoyşim negeyme ew kesey min bika be kes

dyare parsengî komełayetîy çak çak hełsenganduwe boye ełê:

namerd ewende mu’teberin lem zemaneda
merd î’tîbarî kem buwe, merdî xwa xisûs

dîsan ełê:

le hemû cê le çe kes bênî miruwet naye
kerem û sîdiq û wefa êse le ’alem buwe qat!

ay çend cwane ew şi’rey ke ełê:

zemaney piř te’eb detkate tîrok
letê nanit edatê dû beşî nok

lebarî zuhdida ełê, bełam be cînasewe:

dunya tyatřoye meweste tya, biřo
kê mayewe tya, ke nebûbê «tya» tiřo?!

be dû beyt felsefey dû řêgir der’exa. her çende fîkireke gelê pêş meḧwî kewtuwe, çunke «mi’rîPerson» û «xyamPerson»yiş qiseyan lêwe kirduwe, bełam nirxî meḧwî lemeda bewe der’ekewê ke be şwên bîr û baweřî felsefeçîyekanî pêşûda gelê sûřawetewe û wîstûyetî edebyatî kurdîş lew core şitane bêbeş nebê, boye hatuwe bew dû beyte cwaney ew qiseye eka, ełê:

şêxê hemewendêkî eda we’iz û nesîḧet
ew quř beserey dabuwe ber feḧiş û fezîḧet
xoş hate cwab û witî: to ḧeqte, feqet min
qutta’î terîqim, nekû qutta’î terîqet!

meḧwî biře şi’rêkî heye le jêr nawî «qesîdey beḧrî nûrNamed-Entity» ke ’îbarete le 123 şi’ir, seretakey ekatewe ełê:

«wislî alilة ’ilîArabic» ew beḧrî nûrî ’îlim û ’îrfane
ke derkî ẍewrî naka «ẍîr ’ilim alilة sibḧanةArabic»

le şi’rî çwaremda ełê:

le zułmatî şewî kufra be yek dem lem’eyekî da
hezar û sêsed û bîst û duwe, dunya çiraxane

be řastî çaktir şi’irgelêkin ke le wesfî baregay muḧemmed û ’eşqî muḧemmeda witrabê bełê, meḧwî şa’rêkî tesewwifî buwe, bełam ew biře şi’raney ke daynawin û nawî nawnete «qisîdeNamed-Entity» min lam waye le her qesîdeyekda taqe şi’rêkî bo ewe eşê ke serbexo bikirê be basî qesîdeyek, çunke şa’ir ke wîstî amancêkî taybetî xoy bikate qesîdeyekewe îtir nabê labda, ebê ser û binî ew qesîdeye wekû zincîr pêkewe bestirabêtin, le qesa’îdî meḧwîda kemtir ewet berçaw ekewê!. meḧwî wekû çon le kurdîda şa’ir buwe le farsî û turkî û ’erebîşda her bew core amade buwe. dîwane kurdîyekey bo carî yekem lelayen «’ilî kimal bapîr»ewe le sałî 1922y mîladî le çapxaney «ḧikûmet» le suleymanî leçap dirawe.