bebê tawan esîrî dujmin û me’îwis le jînim min

pênc xiştekî leser ẍezelî nûrî
From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  575 views
bebê tawan esîrî dujmin û me’îwis le jînim min
egate gwêy mela’îk her şewê nałey ḧezînim min
kesê nazanê boçî min le ḧałatî girînim min
bebê tîr û řim û xencer xudaya dił birînim min
leser laney xefetbarî nexoşî ser serînim min
felek neyhêşt bikem bonî gułî hîwa ledest derçû
beharî ’uşretim hat û xezanî zû begjida çû
nepşikût ẍunçey ’umirim le gułzarî emel çî bû
nemamî ber negirtûy jîn liq û popî hemû wişk bû
be hewrî terze řêjî ẍem xerîkî hełwerînim min
leber te’zîb û eşkence lesed cêga birîndarim
negeyye menziłî te’sîr û gwêy kes nałey zarim
eçête ’erşî e’la her şewê firyad û hawarim
ke çunkî zor cefay dîwe leşî piř êş û azarim
wekû teyrêkî bê perwaz le xulyayî fiřînim min
qibûłî û paqlawem paqleye û nîskên û maşîne
le cêgey tar û ’ûdim şew le dewrim girye û şîne
kebabim cergî birjawe şerabim zehir noşîne
şerabî bezim û ahengim lenaw kořî ẍema şîne
bekurdî dûr le bextyarî hemû xełqî zemînim min