bo dił wekû silêman hud hud kîtabî hêna

pênc xiştekî leser ẍezelî «salim» ’ebdulřeḧman beg
From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  565 views
bo dił wekû silêman hud hud kîtabî hêna
bilbil be mujdeyî guł bo min cewabî hêna
mutrîb le bezmî saqî ’ûd û řubabî hêna
saqî leperde derhat camê şerabî hêna
dił xîrema le ḧîret mah aftabî hêna
şu’ley cemalî dulber kilpey le dił ke estand
herdem be sed ’ezabî cerg û diłî ebirjand
zeřřatî lê biław bû her gah ke tabî estand
yek zeřře ’eksî pirte û derkewt û tûrî sûtand
ayîne sext řû bû lem ’ekse tabî hêna
zahîd le’eşq û mestî tefrey eda le řêyda
em ḧałe bo to nabê řiswa û nengî têda
bextim musa’edey kird ’ezmim ke lê bû peyda
bo tobe sûyî mescîd hatim biçim le řêy da
bo kûwîy meyfiroşan ’ezmim şitabî hêna
bem ḧesrete le çawim xwênawî eşke wek nîl
nałey şewaneyî min eřwa be fersex wimîl
dilber be nazu ẍemze řûmet be çeşnî qendîl
řû her le min depoşê wa ḧałîye ke cibrîl
her xase bo min wi’ew ayey ḧîcabî hêna
pirsînî to şifaye bo ’aşîqanî xeste
enfasî ’îsewî bû lefzî dehanî puste
bo def’î çawî bedkar îḧsanî wa kebeste
tîmarî çakî sînem řacî’ be çawî meste
bextîş mwafqî ’eşq bo min xirabî hêna
fikirî cemałî dulber kewte derûnim êsta
bem fikire sozî agir şu’ley le dił hełsita
lem întîzareda bûm xurpem le dił hełsita
yarim le der derûn hat destî řeqîb ledesta
ẍemnak û şadmanim řeḧmet ’ezabî hêna
saqî û şerab û mutrîb me’şuqî zulf û sunbul
xadîmPen name le gułşen îmřo bulbul muqabîlî guł
hey hey çe ’uşretê bû lem ḧelqeyî guł û mul
wey wey çe meclîsê bû dwênê le dîde û dił
dulber şeřabî gêřa, salimPerson kebabî hêna