nameyek bo meḧmûdî ḧacî miḧemedî řostem

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  505 views
namey ẍemîn û pendî şîrînim
bo meḧmûy ḧacî yarî dêrînim
řefîqî dewrey gencî û minałî
takey bo dinya ewen bedḧałî
ey řojê carê řukey le dûřo
sînet saf ebê wek camî dûřu
camî cem çî bû be karî çî hat
cemşîdPerson bo kwê çû şeyde çî lêhat
tacî şahanê keyanî key bû
dewrey ewanîş wek ḧatem tey bû
camî cemşîd û tełay bê wêne
sîney řoşnî sîřacedîne
řoşnitir le cam dinya enwênê
çawê ekato çawê enwênê
ca besye keyf û gałtey minałan
wekû min ’umirit xas da be tałan
êsteş her baş hetakû mawîn
carcar lakeyno çaweřêy dwawîn
xo toş wekû min çakit lebîre
çen řengî řêja em çerxe pîre
çen çabuk swarî wek «ḧisamedîn»Person
lezîn dabezîn çune jêr zemîn
sînemay dunya naye le nûsîn
bełam bo tezkar bazê enûsîn
çen xanewadey wek mîranî caf
naw û şoretyan eçû heta qaf
çawî milwênê wekû min sûtaw
kwêre û bo ewan eřêjî řeşaw
çaweřêy desî ře’îsî sîḧen
bo dermanî çaw derçin le mîḧen
qisey nefamî xoyşim lem name
cêgey terxane bo nûkî xame
şêrêkî sûrî bêşey weten bûm
le çaw nezana serçawey fen bûm
bełam dêwê bûm le dê û kołana
’umrî şîrînim da be tałana
êste jyanim piř le ḧesrete
bo xesar çûnî ew gişt dewłete
çare nakirê barim girane
řêgayekî dûr befir û barane
mer be komekî şay sîřacedîn
tey kem sextayî lapałî yeqîn
sîřacî wehac ’usmanî zana
hełka çiraye le naw diłmana
taqim teraş û awêney dûřû
pêşkeşî to bê emca kak meḧmû
řîşî çeney to neyo we ḧizûr
to her bîtaşe heta nefxî sûr
bełam sîneyşit le de’wa û hema
tozê bimałe be du’a û dewa
ḧeyfe meḧmû naw her bê xeber bê
heta ew deme xiştî leser bê