bo enwerî ḧeme biray kak eḧmed

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  506 views
newbawe û newřes newgułî newroz
řûxoşî xoşî wek gułî newroz
gułî nêrgisî baẍçey şakelî
deway zamanî diłî pir le soz
***
le ḧucrey diła cêgey terxane
yarî dirawî lutfî yezdane
pulî yekemî danîşgay duwem
eme bo enwer be hîç mezane
***
řojî, řoşne, neyma le şewê
wek şêr, řapeřn hełsin le xewê
çaweřêy des û pênûstane
weten car carîş merdimî ewê
***
kêwî temkîn be le danîştina
řas û sabît be le xo hêştina
hejar perist û feqîr lawên be
bîrî pîrît bê ledes řoyîştina
***
hîç wêney nîye em řesim û wêne
serincî lêdew wird wird bîdwêne
bot beyan eka dinya çî ewê
azîz lem řesme dersê bixiwêne
***
em wêne cwane lêy kirdim tase
witî: şakelîPen namem xasim binase
to pîru be bîr perjînî jînî
dersêkî řasîm pê biłê xase
***
şakel çaweřêy destî gencane
tewaw bûnîyetî hêzî pîrane
parêzgarî ew berzî payeye
çaw lêwe bûnî ferzî sertane
***
xew û xwardin û tewawî aheng
peşîmanîye ser edey le seng
bo dinyay duwem bo berzî weten
legeł hewada hoşt bêne ceng
***
pendî pîrane û dersim wehaye
xasî werbigre bo lemewlaye
cehd û sabîtî le karî xêra
legeł birata bo dû dinyaye