derde diłîk

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 3 minutes  633 views
hejarêkî pîr lat û natewaw
piştî komawe çawî piř le aw
řêşêkî sipî wek kilûy loke
piştêkî çemaw ew wit gałoke
tozê meynetî beser řîşewe
yekcar lawaz bû be des îşewe
birsî û tamezro xêzane xêw bû
lêwe lerey bû bo şêw peşêw bû
be dirêjî hawîn bew gişte germa
ecuła bo nan bo bergî serma
le kasbîda kişt û kałî bû
das û dirwêne her xeyałî bû
sałî noset û çil û ḧewtem bû
saray germyan piř tem û xem bû
kule zêřey dê beser xelewe
zîřey hejarîş bedem kulewe
xeley mamey pîr nobeşî xura
le de yekêkî bo direw kira
xałoy řîş sipî lew deşte çole
wenewzî eda le şwên gagołe
kêşew hołey kird bedem derdewe
le «ka» le koteł, pakî kirdewe
katî řojawa serkar dabezî
şeqłî kird witî mame neydizî
wadey beş kirdin sozî pê dira
temyey xizmetî şêxî pê kira
mamey meynetî le daxî şêxa
horgî xoy eda be têẍ û mêxa
sozî zû benaz lexew ke hełsam
paşî ça xwardin deşt û der geřam
çûme ser cêzî xałe pîrekem
wek êstey xome dił zwîrekem
ke dîm des ejno damaw û mate
le cêy pêkenîn xemî xełate
cîze genmekeş şeqłî şikawe
witim dizîwte ya xo birawe
řasim pê biłê lem ser xermane
er ne ewkutim bew ḧeyzerane
witî kake gyan dexîl cêy sewre
teḧqîqê bike be pêç û dewre
bawřim nîye to diz nenasî
eger neynasî meger nes nasî
zor baş ezanî em şax û kêwe
gelî řêy giřu dizî hapêwe
benaw řawçîn, bekirde cerde
le řeşî şewa dizin lem herde
paşmawey kule xele le çołê
girdî bikato wek min kiłołê
be pak kirawî le min natirsin
ey mał ne hor le toş napirsin
ya şêx şeqłî çî ew małî xoye
nîwe toyetî ew genim û coye
xerîkî dizî gîsk û kawiřn
herçî des kewê serî ebiřn
řoḧî însanîş ha le xetera
bo penca fils lem deşt û dera
teqey tifenge şew ta beyanî
’alem řewî kird naşê nezanî
seyrî diz meken serî kiz biken
geyye lay xuda şikatî weten
dawer bisênê em bêdadîye
ledes nîfaqa weten dadîye
kule zor çake her deẍił emjê
fîtne xirape gyanman ekujê
eger etwanî ḧeqim bisêne
eger natwanî zyatir memdiwêne
tamilim nîye le jyan bêzarim
çîm le diłaye eyxeme zarim
witim xałokem çak têgeyîştim
to hîç û min hîç ewa řoyîştim
leme zyatir dax hełmeřêje
şaktî êmeyş lay gelawêje
be ney asaney asmanî ewm
boye çaweřêy axrî şewm
daxî giranim bo yek kewtinê
bo berzî weten bo nesrewtinê