pend û amojgarî

dûruwa
From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  894 views
ewî le dinya bê des dama bê
leber bê kesî serî dana bê
damaw û kesas sûk û řîswa bê
leber dûřûyî abřûy tikabê
ḧeya û ḧurmetî hîç la nemabê
le gişt qapye her qaw dirabê
şîrînî jînî lê tał kirabê
be pałe pesto tê hełdirabê
yekdef’e le gyan cařs kirabê
le naw ’alema abřûy birabê
le řûy řastî řûy hełçerxabê
be řêy řaseda yek pa nenabê
ewe diroye derdî bê derman
tuxnî nekewî aman sed aman
***
derdî sîlîye xwênekey pîse
çawit lê nîye çen řengî sîse
desim damanit laya mewêse
xotî lê lade řêse û gurîse
le namerdya yekem xesîse
tê hełdirawe çaweřêy lîse
be mewlana waw aẍey kilêse
we pîrî şakel we şay çwêse
swênî lê bixo hîç tya mewêse
qet çarey nîye em derde pîse
derdî bî derman diroy bê saman
tuxnî nekewî aman sed aman
***
geřû gulêke sawî tikawî
ha be kołyewe ’ebay bednawî
nîşaney şanî şan daçorawî
necme û tacîye sûkî û damawî
’îlac nakirê çarey tewawî
der bederçî le naw awayî
zûm tê geyanî leben û bawî
agat le xot bê nekewîye dawî
derdî bê derman diroy bê saman
tuxnî nekewî aman sed aman
***
mepirse eḧwał řojî cezake
bîgrew řakêşe û kotî le pake
ḧefta gez zincîrmilî pyake
«الاالابد»Arabic bê wek dinya meke
des le banî des mêxî pyake
mewaşîr we şewq řûy le xudake
bo biřyareket sadey wefa ke
hîç řêget nîye azarî sa řake
ya wekû dinya pişt û penake
dernaçî ledes tenha xudake
deway em derde pêt biłêm kake
řefîqî meke piř be pê řake
derdî bê derman diroy bê saman
tuxnî nekewî aman sed aman