ya risul alilh zelîl û bê desim

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  842 views
ya risul alilةArabic zelîl û bê desim
to nebî bo dîn û dinya bê kesim
ta bekey meḧrûm le řewzey pakî to
bê nisîbî xakî ’enbernakî to
ger le řêgey řewzeda pam hełkewê
tacî şahî bê behaye namewê
çende muştaqî bilûrênim lewê
wek segêkî lat û birsî çend şewê
çen şewê tyaya bijîm bê nan û aw
aw le çawim řê bika her wek seraw
bo be zay’ çûnî jînî piř le jan
seg le min zor baştire beste zuban
zwanî min marêke kê ma neygezê?
bê «ber» û na «řas» û «lar»m wek gezê
ger xuda nemxate řewzey mistefa
neçme seyrî baẍ û řaẍî îstîfa
zeḧmete derçim le dîwanî ḧîsab
mer şîfa’et bom bika çarey kîtab
ey xuda bimbexşe bem pêẍembere
wa şefî’î muznîbanî meḧşere
min segî dergahî derbanî ewm
ger çî şew ta řoj ebêto piřxewm
şakelîPen namem û şikłî segsarim heye
her wekû meymûn û ’enter pêç û hewsarim heye
herçî hem xo dîn û îmanim heye
wa le bîrim ’ehd û peymanim heye
řûm ke řêgey pakekey bît alḧiramArabic
hem le řewzey ḧezretî fixralanamArabic
bełke «kan amna»Arabic bigrî desim
řûm le cennet ka eger çî nakesim