şînî xwalêxuşbû şêx silêman

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 3 minutes  524 views
bira emřo ledes derçû dexîle hewłî ferdaye
newa ferdaş ledes derçê diłî şew katî sewdaye
mîsalî şem’ nîwey şew serapa ẍerqî esrîn bû
xoşt řîsway sewda kird û axir satî sewdaye
menaze bem dûsê řojey axrî ’umre
ke seylê hat û têpeř bû le kwê řû bo berewdiwaye
demê bo ḧałî xot bigrî demê tir dem le yeknaye
lebo neçûnî pey derpey demêke de’bî dinyaye
dexîlim řişteyî ’umirit biparêze ledes sewda
ke ’umrî nazk û sewda qisey hewda û mewdaye
şi’urêkit heye fermû temaşake peřey mêjû
ezanî ew deme çon çûn selatînî huma saye
mesel xusrew diłî şeq bû ełên şêro hełîdêra
şeq û peq taqî kîsra bû emêstake be bê maye
silêman asef û textî betaracî ecel řoyî
cinûdî çen hezar cînsî îmêstê bê ser û paye
gelê şahî wek eskender be kołî zînewe gilya
be carê pyade û mat û kişî lê bû besermaye
le hat û mat û berzu nizmî ’aqił bê xeber nabê
xełat û hatî bê matî nîye em kone dinyaye
nebû kes wek minî bê ẍem le dinyada beserbestî
felek tûşî ẍemî kirdim be carê bom muheyyaye
çi ẍem asîbî hîcranî silêmanêkî ba temkîn
meqam asef guşade kef nimûney cedî e’laye
çi fîrqet fîrqetî yekca heta ew řojî mî’ade
le bo ew ḧurmet û řaḧet le bo min şoru ẍewẍaye
qyamet hatuwe dinyawe ya dinya qyamî kird
le min kawil buwe dinya weya dwa řojednya
leber giryan û qurpêwan waweyla û serqewran
bî ’eynî şakelîPen name kawil wekû qamî qyam waye
gelê qelbî mişewweş kird ke şaye’ bu wefatî ew
leser komar û eşraf û le encamî hemû laye
derûn bê ẍem, řezayl kem, pesendîde sîfatî cem
şeref ’alî, neseb e’la, ke ecdadî mu’ellaye
le pîrîy naqsî ’eqiłim qisey te’rîxekey pirsî
witî çak le «aliḧqinabhim»Arabic têpeř ke ewlaye
le «zirîthim»Arabic bigre řimûzî esłî te’rîxî 1355
ke tefsîrî piřî tebşîre, řemzêkî beme’naye
řimûzî ḧerfî te’rîxî îşaratî beşarate
muḧeqêq layq zatêke ewřutbey «awadnî»Arabicye
meqamit çûnkî meḧmûde, miḧemed ḧamî ew bê
se’adatî ḧeme û meḧmû, le meḧmûdim temennaye
le hewrî řeḧmetî barî, bibarê ’efwî yekcarî
beserya dařjê herdem lemewla takû mewlaye
îtir nałînî to eḧmedPen name be te’sîre heta mirdin
demit germ û demit piř dem heta axir demit waye