ey miḧebbet hênde êşt zore basî nakirê

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 1 minutes  368 views
ey miḧebbet hênde êşt zore basî nakirê
her kesê dûçarî to bû ba le xoy des hełgirê
bohtî naḧeq min be ḧusnî yarî xoma boç bikem
min giriftarî desî tom wasîteş lêw şekirê
taboşêkî xiste cergim cezbey ’eşqî nîgar
sîney bîmarî çakim çake agir nagrê
ta be xwênawî diłim serpencekanî řiştuwe
penceyî însane bawur, qet be řexney nakirê
şewqî řuxsarî ke derxa mîhrî gerdûn win ebê
destî kes her nakewêt, çil çira ger hełgirê
badenoşî camî le’lî lêwî tersa beçeye?
boye wa şêwawe daym zulfî piř pêç û girê
detsûtênê «eḧmeda»Pen name baş bê miḧebbet kem bike
şořşî ḧusin û miḧebbet zore şerḧî nadrê