řû kem le yarî dêrîn, yanê nîgarî řengîn

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  642 views
le paş 14y tişrînî 1958 ke le byare derçûm takû êste ke tişrînî duwemî 1962 be xizmetî semaḧetî pîr negeyştûm çûnke dûr bû lêmewe ca şewqî ḧizûr û natewanî em parçe şî’rey pê hełbestim we paş em ẍezeleş ta maweyekî zor be xizmetî negeyştim we em ẍezeley xwarewe le wełamî pirsyarî xoyda ke fermûyane hîçit newtuwe:
řû kem le yarî dêrîn, yanê nîgarî řengîn
desmayekey dił û dîn ’usmanî şêwe şîrîn
çî bikem nema twana, le hîcrî bê emana
’eqiłim tewawî dana neymawe tab û teskîn
pija dił û henawim xwênawe awî çawim
řase biłêm nemawim bo řaberî min û dîn
çî bikem le germyana, tamî nema le jyana
çarem hełatnêke bo řojhełatî nexşîn
bo řojî řûy pîrê pîrêkî dił munîrê
lêwêke pir tebesum kêwêkî pir le temkîn
destî nedate destim derçim le destî hestî
tirsim heye le destî mestêkî bê dił û dîn
bimdene ber ziley zor, řawim binê heta goř
her wa be nakesî çim bo řojî tirs û lerzîn
yařeb minî pir xeta, nemirim be nakesî ta
destim egate destî pîrêkî cwan û nûrîn
ye’nî sîracedîn û bedrî munîrî taban
’usmanî şêxî ême û êmey le sîne neqşîn