parêzgarî zuban karî ’aqłane

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  514 views
le her meclîsê ẍeyrî mesłeḧet
guftugo meke meger be dîqet
le derûnî xot qise bikułêne
eger zor baş bû emca bînwêne
zubanit yeke û gwêçket dwanin
eme esrare ebê bîzanin
ta dû qise bebêy qiseyek nekey
ta le her cêga xot řîswa nekey