wesyetnamey xadîm

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  522 views
wessyet bê lepaşî min lebo yaranim em name
ewey baqî bimênê paşî mirdin çakeye û name
ewey bîçênî axir her ewey edrûyewe qurban
netîcey çake herçake netîcey bed bed encame
wekû subḧî se’adet feyzbexşe şamî xuçakan
sibeyney xirapekanîş tarîkistane wek şame
girêban çake bo çake yekê çakey nekird ewweł
le dunya û le’uqba lay hemû kes bê beş û kame
be řûxoşî legeł ’alem beserpoşî le’eybî xelq
be koşiş be heta baqî bimênê bo to em name
beḧusnî xułq eka xalîq senayî eḧmedî muxtarPerson
le qur’ana kelamî xoy beyane şuhretî ’ame
legeł hewre edeb wa ke legeł giçke weha muşfîq
ke gewre pêt biłê: kake, biçûkîş pêt biłê: mame
le’exlaqî beşerda be, be «şeř» hergîz mebe bo kes
ewey ehlî «şeř» e, ḧeywane, bê exlaqe, bê fame
ewey xirapet legeł ka her xirapey dêtewe řêga
lefkirî întîqama her kesê biřwa ewe xame
le karî dîn û dinyada, mu’înî yek bin û yek dił
legwê bigirin qisey xadîmPen name te’awiz karî îslame