mîratî xadîm

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  474 views
dyarîm bo yaran yar û dyare
ewey nûsîwme botan dyare
ḧubbî yaran û dyar û nîştiman
nîşaney dîne û meḧkemî îman
bom becê hêştin her bo yadgar
qesîde û qisey xoş û hem eş’ar
ta be temaşay dîwanekey min
şad biken diłî dêwanekey min
me’lûme dyarî şwane ałekok
çêştî derwêşan nîske û maşewnok
paşewarêkim egerçî nebû
murẍî gyanekem wa bê çîne bû
ta lesayey ew lepaş mirdinim
xêrim pê biga hem naw birdinim
emma le sayey eş’arekanim
ke be cêm hêştuwe bo birakanim
wecaẍim řûne zor yadim eken
hîwam pê yane do’am bo biken
wêne û dîwanim bûn be yadgar
nukte û eş’arim bûn be şî’ar
herçend namênim boxom le cîhan
wênem emênê biragel botan
gyanim boşadî her legełtane
şerîkî ḧuzin û hemim û ẍemtane
dête gwêy qelbim hawar û dengî
qafłey merg, zemzemey zengî
lew roje dunya binaẍey danra
esrarî mirdin derkewtû zanra
karwan be karwan herdêt û deřwa
sefer le darî fena bo beqa
qafłey mirdin wa menził ebřê
qafłey wiladet cêgay ew degrê
em hatuçoye her lekaraye
serim sûř mawe min lem dunyaye
ewey ke řoyî nageřêtewe
em girê kwêre nakirêtewe
kes nehatewe lem řêge řase
bizanîn çîye çe hera û base?
xawenî tac û text û hem serîr
destî nakewê le qebra ḧesîr
nemzanî minî bo hêna dunya
îşî çî pêm bû le bo kwêm eba?
eger meqsedî ezyetim nebû
le ’edem yekcar asayîşim bû
be karî çî dêm kełkî çî degirim?
ebê her bigrîm hetakû emirim