tercî’bendî nîştimanî «bendî noyem»

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  446 views
bendî axirme eger tozê qisem bo bête kar
besyetî bê îtîfaqî bote kesrî î’tîbar
çî bû nařêkî û nîfaq û nařezayî tan leyek
xizmetî bêganetan bote teqalîd û şî’ar
êwe binwařn ke îspatî eka te’rîxî kurd
bêşeyî şîrane em xake û emîrî namdar
fikirî řaburdû le bab û ceddu bapîrtan biken
em nîfaqey êwe bûtan bû be hetik û neng û ’ar
wa temî matem bû, poşî xakî pakî nîştiman
kirdîye meḧkûmî qeza, pencey ẍirûrî řojgar
bûy be laşe û dewrîyan dawî le herlawe hemû
gurgî har û seg le layê mame řêwî û kemtyar
bû be weḧşet lêm temeddun hem ’edałet bû be zułim
dewłetîş wa bote negbet cebre êsta îxtyar
êwe bûn cêy îftîxar û êwe bûn cêy î’tîbar
îftîxar û î’tîbarit bû be cêgey ’eyb û ’ar
wa letoy řûdawe emřo dewłemendî bê kiras
miłkî xas û îrsî xote bote cêgey muste’ar
şîwenim bo êweye amade bûm bo sefer
ḧazirim bo mirdin û hîwame lutfî kirdigar
řû le xwaken ba xuda rûy řeḧmetîtan lê bika
bełkî em zistanetan bo bika be gułzar û behar
her do’akey pêşuwe meqsûde tîkirarî bikem
bełkî te’sîrî le dergahî xuda bê bête kar
(řebbî bedkarit bibînim kwêr û îflîc û zelîl
bîte berderget biłê haware kakî kurd dexîl).