şêx ’ela’eddînî byare

From the Book:
Gencîney Merdan
By:
Zewar (1875-1948)
 3 minutes  582 views

le şêxanî terîqetî neqşî şêx ’ela’eddîn kuřî şêx ’umer zya’eddîn zatêke zor řûxoş, beta’et, bexdimet. be mał û be beden da’îma bo xidmetî mîllet amadeye. xaneqakey le hemû weqtêka bêsofî û murîdî ẍerîb nîye û mîwanî taybetîyş le me’mûran û le pyawî gewre řûy tê’eken, hirkes munasbî ḧałî xoy xidmetî ekirêt. eger kesê pirsyar bika hemû tekyew xaneqay kurdistan em nan û şorbayey heye, betenha bo şêx ’ela’eddîn xirawete «gencîney merdan»ewe? leber çend kirdewey cwanye ke le řêgay însanîyet û dyaneta kirdûyew eyka.

yekem: le weqtî giranîyekeda ke małî le merîwan bû, bewe diłî awî nedexwardewe herkes bête xaneqa nan û şorbay batê, bełku hemû řoj zelamî be kołenanewe enarde ser řêgakan, dûr le awedanî, le řêga řadewesta bo kesêkî lêqewmaw ke leber birsyetî netwanê bigate awayî, ya bo dêyekî tir biřwa pekîy kewtibê, kulêrew nanî bidey hêz peyda bika bo řoyştin bo ew cêgay boy eçê.

duwem: bewasîtey ewe ke le ḧekîmîda destî heyew enwa’î derman û deway heye zyatir le mirîd û sofî, nexoş û birîndar û derdedar û çaw’êşaw řû ekene xaneqa. emane heta eřon hem xwardinyan edenê we hem tedawîyan ekirêt.

sêyem: xaneqa wek cêgay ’ebadete wek zemanî şêx zya’eddîn, buwe be medresey ’îlmîyeş. mudeřřîsî çakî heye, da’îma de pazde muste’îd û suxte û feqye lewêda teḧsîl eken ḧeta îcazey ’îlmîyey têda wer’egîrê, çunke mudeřřîsekeyan mela ’ebdulkerîm ’almêkî fazîl û danaw be ’ulûmî ’esrîyeş şarezaye. řojê çûme seyrî tedrîs û teqrîrî, seyrim kird mîqdarî de muste’îd beřîz danîştûn, beḧełqe dersyan exwênd, ya «beyzawî»Named-Entity bû dersekeyan ya «îbnuḧecer»Named-Entity, le xeyałim nemawe. ew muste’îddane bekemalî terbîye gwêyan le teqrîr řagirtibû. eger yekêkyan îşkałêkî bwaye mela cwabî edayewe. lepaş ders le xidmet mela danîştim. wez’î îdare û î’aşey mela û telebem pirsyar kird, ewîş be şukiraney zorewe beyanî xidmetî şêx ’ela’eddînî kird, gutî mesarîfî hemû telebe û mudeřřîs û îmam û mu’ezzîn û xadîm le teref şêxewe te’mîn kirawe, nuqsanîman nîye.

we ẍeyrî em sîfetaney eger şêx kesê murace’etî pê bika ke lay me’mûran řicay bo bika, mîrzaw katbî heye dest becê mwafîqî metłûbî ew şexse řicaname enûsrê îşî řahî eken.

letîfe: řojê mudeřřîs mela ’ebdulkerîm ’erzî eka ey şêx ew kesaney dyarît benawî şêxyetîyewe bo dênin, ḧerame çon qubûłî ekeyt, bełku to şêxêkî wa nebîy ke ew ’eqîdey heye? fermûy benawî şêxyetîyewe dyarî wernagirim, bełke benawî ḧekîmîyewe lêyan qubûł ekem.

zahîren şêx ’umrî geyştuwete heştad zyatir. xwa bo xidmetî musułmanan ’umrî dirêjka.