şêx meḧmûd
merdî meydanî ḧemîyet, şêrî bêşey ḧuřřîyet, le sadatî řefî’ derecat şêx meḧmûd kuřî şêx se’îd kuřî şêx muḧemmed kuřî ḧezretî kak eḧmed. le sałî 1300y hîcrî le suleymanî hatuwete dinyawe. ’umrî ke geyşte şeş ḧewt sałane lay mamostay xusûsî dersî qur’anî kerîm û be’zê le dînyey xwênd. ewsa le suleymanî her mektebêk hebû ewîş ’eskerî bû. ehalî le qutabxane be mindałî xoyan exwênd. xwêndinîş farsî û turkî bû. ’erebî her le medrese ’îlmîyekanda exwênra. leser ’adetî ewsa farsî û turkî le qutabxane tewaw kird, xet û sewadî peyda bû. zemaneke ewende perêşan û muşewweş bû kes belay teḧsîla nedeçû. nefsî şar bêcge le ḧukûmet penca aẍa û saḧêb ḧukmî tya bû. her meḧelleyek, bełku her suqaqêk aẍayekî bû. şêx meḧmûd ke çawî kirayewe, kewte dinyawe. ḧuřřîyetî teb’î hemû mu’ameleyekî qubûł nedekird, destîkird be muqabeley aẍayanî nawşar û ḧîmayey meẍdûr û bêçare. wirde wirde ehalî řûyan kirde pena û dergay ew. lepaş yek dû sał hemû meḧelley kanîy askan û mełkendî û serşeqam û qîsmê le goyje û dergezên bûn be meḧsûb û xidmetkar û mensûbî ew û ḧukûmetîş benaw hebû. zor le me’mûranîş xoyan hawîşte baweşî bo meḧfûz bûn le bełay nagehanî û ’eził bûn, çunke eytiwanî lay muteseřřîf ya walî ew me’mûre wîqaye bika û, dêhatî etrafî şarîş le îstîla û zułmî hemewend û ’eşayr zor perêşan bûn. cardey hemewend řêgay hatuçoy karwanî bestibû. ḧukûmetîş hîç nufûzî nemabû. şêx betebî’et lem eḧwałeş bêzar bû, destî kird be te’qîbî cerde û kuştar lêkirdinyan. xidmetkarê bo em îşe me’lûm kird. le her mekanêk xeberî eşqya buwe, pyawî şêx çûne seryan legełyan kewtine şeřkirdin. zorcar şêx «balinfis»Arabic bo te’qîbyan çuwe. esp û maynyan lê ekuştin, tałanyan lê esendinewe, heta hemewend mecbûr bûn le bazyan bewlawe neyan’etwanî biřon. dêhat çawyan kirayewe, îtir îmdadîş nebwaye mudafe’ey xoyan ekird, xoyan be pyawî şêx meḧmûd ḧîsab kirdibû.
şuhretî bo etraf biławbuwewe le êranewe, le germyanewe, aẍayan û begzadan bo xatrî îrtîbatî legeł peyda biken bazî çak, maynî cins, tancî û kewyan bedyarî bo enard. ewîş benezer şexsewe xełat û nî’metî enard bo ew aẍayane û bexşiş bew kesey dyarîyekey hênawe. be’în’am û îkiram diłî ’alemî řakêşa. le hemûlawe deste deste begzade û aẍayan û serkirdey ’eşayr bo zyaretî ehatin. ewîş le xidmetî kes qusûrî nedekird. be pyawetî řaybiward, heta ḧerbî ’umûmî destipêkira, emca benawî ẍezawe swarî ko kirdewe, bo mu’awenetî ’eskerî turk çû bo terefî besrew zubeyr. lepaş çend musademeyek turkekan muqabeley îngilîzyan pênekira, geřanewe dwawe. şêxîş mecbûr bû legeł swarey xoy hatewe bo suleymanî, destîkird be tedarek bo îmdadî turkê ke le êranda legeł řûs şeřyan ekird. xoy geyande cebhey ḧerb. řûsekan kaẍezyan bo nûsî û şîrêkyan xełat bo nardu we’dey zor gewreyan da ke boy biken beşertê îştîrakî şeř neka. «dyanةً»Arabic şêx î’tîmadî be we’d û we’îdî řûsekan nekird, heta nîhayetî ḧerbî ’umûmî legeł turkekan bû. ke beẍdaw kerkûk suqûtî kird, dûbare suleymanî kewte îxtîlal û muşewweşî. turk nufûzî nemabû. dûbare ḧîmayew agehdarîy me’mûranî kird.
ke îngilîz hatne suleymanî, beswarî xoyana, ew me’mûraney mabûnewe řewaney mûsłî kirdin ke byannêrnewe turkya. baqîy me’mûr ke kurd bûn le suleymanîya manewe. îngilîz lejêr îdarey şêxda ḧukûmetêkî wetenîy dirustikird. ta çend mangêk îngilîzekan mu’ameleyan baş bû, le axirda syasetyan gořî. şêx teḧemmulî desîse û ḧîley ewanî nebû, muxalefey ekirdin. netîce bû be şeř lebeynî ḧukûmetî wetenî û îngilîzîda. îngilîzekan ẍałb bûn, şêx esîr kira. tefsîlat xoyan be kitêb nûsîwyane, «gencîne» ’elaqey beser te’rîx nûsînewe nîye, her eḧwałî taybetîy «merdan» enûsê. ḧefde sał şêx be keşakeşî ḧebsî û esîrî mayewe. emma weqtê ke le beẍda bû, herwek suleymanî, qonaẍ û dîwaxanî muntezemî hebû. le hemûlayekewe mîwanî bo eçû û xełqî řûy ekirde dergay. ewîş bewasîtey ew me’aşey ke ḧukûmet boy me’lûm kirdibû û warîdatî emlakî ke le suleymanîyewe bo eçû, xidmetî mîwanî ekirdu, ewî bo îḧsan û în’am eçû bêbeşî nedekirdu, ewî bo wezîfe û me’mûryet dexaletî pê’ekird, le wezaretekana se’îy bo ekird, řicay bo enûsîn. bo be’zê «balzat»Arabic xoy eybird bo da’îrey ḧukûmet. nufûzî te’sîrî hebû, řicayan qubûł ekird. heta mes’eley îxtîlafî îngilîz û ’êraq le zemanî řeşîd ’alî geylanîzade le beẍda mayewe. ke şarî beẍda kewte xeteru tehlukewe «micbura»Arabic beẍday terk kird, řûy kirdewe lîway suleymanî, çû le «darîkelî»Named-Entity leser mułkî xoy danîşt û ḧukûmetîş řazî bû bêterefane her lewê danîşê. ḧałî ḧazir le darîkelî be zera’et, be felaḧet, be xidmetî ayendew řewnde meşẍûłe. layî kemî řojî pencah kes bełku zyatir řû ekene dîwaxanî, ebê xidmetyan bikirêt û, zor kesîş bo în’am û îḧsan eçête xidmetî, ewanîş meḧrûm naka. le sadata ke merd mabê tenha ewe. we bo řicay feqîran ley me’mûran qusûr naka. herkes murace’etî pê eka heta le’îqtîdarya bê se’îy bo eka. bexoşî û serbestî řa’ebwêrê û zor řefaqetî ’ulemaw ehlî dînî pê xoşe. zor ḧez le letîfe û nuktebazî eka û tebî’etî şî’rîyeşî heye. zor şî’rî cwan cwanî gutuwe û qedrî şa’îran û munewweran egrêt. we le eş’arî ew ke destim kewtuwe, em çend şê’rem nûsîyewe. emane benezer eş’arî beletîfe û benuktey hîç nîye:
cenabî xalq em zate bo xidmetî feqîran berqeraru ’umirdirêj bika.