gencîney merdan

From the Book:
Gencîney Merdan
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  585 views

em gencîneye gencê nîye zêř û zîw û cewahîrî tyabê, bełkû gencêke sedhezar beqîmettir le mucewheratî tya nûsrawe. xezney merdane, gencî pyawane, ew pyawaney ke gułî baẍî însanîyet û merdî bûn, be kirdarî cwan cwan řazawnewe û xizmetî beşeryan leser şan řagirtuwe û temaşayekî qyametîşyan kirduwe. le hemû ’esrêka merd zor buwe û da’îmen heye, emma hemû merdê ew xizmete nabînê wek emaney le «gencîne»da nûsrawin û emsalşyan zor buwe û qabîl nîye yeke yeke hemûy binûsrê, çunke ewe barî wiştirê kaẍezî ewê. bo nimûne û dersî exlaq bo xwêndewaran çend zatêkim nûsîwe ke nawyan taze bikemewe, bawcûd le goşey te’rîxda her yekew kewtuwete nawewe. min wîstim çend merdê lem namîlkeda beyekew binûsim, nawyan taze bikemewe.

nimird anke az wî bimand be cayPersian
pil û misicd û xan û mihmansirayPersian