pendî pêşînyan

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  3165 views
elên domêkyan kird be yûzbaşî
lepêşda serî daykî xoy taşî
***
be ker nawêrê be kurtan řepe
gewre kar eka biçûk jêr şepe
***
çûnka gişt exoyn nanî em gewre
sełewat edeyn hemû be dewre
***
gunaḧim giştî leser qazîye
herçîye bikem xwa lêm řazîye
***
seg kune masî dek małit awa
wa çûnka ekey pasî cirit awa
**
ke xot le quřawî hetakû ejno
min ke gîrim xward çon derdêm be to
***
çawit xewałû çałit wa leber
her tê’ekewî besed pêẍember
***
quř beser ewe ke wa pişt û dest
le xizmî berda û le bêgane best
***
bałende nefřê xoy bo ser qaqe
kê le dûrewe eyka ’îlaqe
***
min dił xoş nakem be mergî dujmin
řojêkîş ebê bête norey min
***
xwayê bał nedey be pişîley şel
çûnka nahêłê hîç bałinde û mel
***
ełên mîstirdag be zerbî kilke
pêşe eşkênê herwekû çîlke
***
pêşînyan ełên qise le zarê
derhat egate gwêçkey hezarê
***
bîstûme ełên neqłî kufir û dîn
nabê be kufir û be dîn be yeqîn!
***
qise hezare yekî bekare
qisey baş zêřî hejde’eyare
***
wîcdan pêm ełê řexne û întîqad
emrî me’rûfe û ẍezaye û cîhad
***
naxurênê hergîz qelî ḧîleger
mufit û xořayî mil û piştî ker
***
mełên arezût xeyałî xawe
kwêr heta emrê betemay çawe
***
kuře nokere ya kuře xane
nan em naneye emřo le xwane
***
kabra bêdînî milhuřî załim
wa leser małim eda le bałim
***
mela û ḧekîmî nîwe û natewaw
emyan şeytane û ewîtir qesaw
***
berdê ke nadan fiřî bate gom
hergiz dernaye be êran û řom
***
ewey ke lay ’ebid nexşe û xeyałe
lelay xwa hemûy pûç û betałe
***
ewey mêlûre koy kirdo sałê
wiştir qûtî da her be qepałê
***
leber muḧtacî û bo na’îlacî
be cuwe ełêm, şêx mela û ḧacî
***
cuwe le tirsa, dome bo peřo
feqê le birsa kemyan xoş eřo
***
şêx řezaNamed-Entity ełê sed qel û berdê
min şarê aram ekem be ferdê