minîş wek yaran

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  643 views
minîş wek yaran wa çûme jêr xak
be çawî nimnak be diłî ẍemnak
mirdim û nemdî le xakî xoma
ne lawêkî pak ne pyawêkî çak
kes zore bełam kê bê kesim bê
xemî min bixiwa ya derbesim bê
desim bigrêt û le tengîm derka
firyam kewêt û firyařesim bê.