qîn û řiq û tûřeyî
From the Book:
            Gird û Ko
        By:
                Nafe Mazhar (1913-1998)
        
             1 minutes
             1261 views
        
        
    ke řiqit hełsa eqił bar eka
gewcî û nefamî lewê kar eka
hîç karê meke le wextî qîna
bizane şeytan wa le kemîna
řiq wek agirî mał sûtênere
be awî taqet lenawî berh
katî tûřeyî eqiłit la nîye
har karê bikey peşîmanîye