pîrî
From the Book:
            Gird û Ko
        By:
                Nafe Mazhar (1913-1998)
        
             1 minutes
             1515 views
        
        
    pîr ta bimênê serewjêr ebê
goc û gwêřtir û lar û lwêr ebê
gwêgrantir û çaw kembînatir
leş bêhêztir û bê des û patir
mêşk û ḧafzey etwêtewe
nexoşî lelay ko ebêtewe
ne çaw emênê ne sebir û girîk
etkê le lût û demî çiłim û lîk
îtir her be naw jine ya pyawe
ełên hêşta bo bedebxitî mawe
şipirzePen name xoşe mirdin lebo pîr
lêy řizgar ebin seẍîr û kebîr!