zibanim łałe
From the Book:
            Gird û Ko
        By:
                Nafe Mazhar (1913-1998)
        
             1 minutes
             1664 views
        
        
    zibanim łałe ya řebbî le bo ḧemd û sipasî to
çilon detwanê însan ta bika tarîf û basî to
le quř’ana defermuwê hîç şitê wêney eto nabê
be mexlûq nakirê ełbete teşbîh û qyasî to
eto gencêkî mexfî bûy wehat pêxoşbû bitnasin
şi’ûrit da be mexlûqit heta bintasê nasî to
legeł mûsaNamed-Entity leser şwanêkî seḧra tûře bûy çûnka
legeł gewre û biçûka wek yeke lutif û temasî to
bewey wa dawte pêm řazîm û şakîr ey xuday řazîq
lîbasî faxîrim nawê eger bimbê piłasî to
be sed goşt û piławî hîçkesî nagořmewe hergîz
tirîtî çêştî biřwêş û xeyar û nan û masî to
be ayey lutif û řeḧmet em şipirzePen namey xote diłxoşe
emîn û diłnyaye ew, be qewlî řêk û řasî to!