mektebî derwêşan

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  589 views
kakî dewrêş toxwa çen sałey ey bê’ar û kar
ḧem ḧem û ḧey ḧey xerîkî řawî dûpşikît û mar
pirçî piřřişik û sipêt dahêştuwe wek yałî esb
em kesafetkarîyet la îftixare û î’tîbar
boçî eḧmeq kun ekey gupit be zerg û zig be têẍ
şîşe û bizmar û agir qût edey wek şêt û har
besye tuxuda çiş le xot ba çen cwanî sadedił
şêt nebin wek meşkeřeş ya ker wekû dewrêş xerar
xot le min çatir ezanî karî wa şêtaneye
abřûy qewmit eba lay îctîma’î hoşyar
aferînit lê’ka zahîr be germî ecnebî
pişt serit êjê biřo xakit beser şêtî hejar
faruẍulteḧsîlî tîpî mektebî tom dî be çaw
’îddeyê bê abřû û bêgwê û geda û bê bend û bar!