megeřêřo bo ’ehdî deqyanûs

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  580 views
şem’ û perwane kone em waje
dewrî fantom û ’esrî mîraje
apolo řa’ekate qursî qemer
edřê gwê be haře û haje
***
seyrî pêşřeftî emrîka ke û řûs
megeřêřo bo ’ehdî deqyanûs
hîmmet û hewł û pûştikarit bê
le wite û kirdewet nebî me’yûs
***
milî xot ḧîz meke le meyxane
bê dero çaw hełêne biřwane
dengî řêje û dehołî serbaze
tang û top û selaḧ û qorxane
***
wekû mortazekan meçû kuneřeş
tembełî derbike le gyan û le leş
were seyrî çem û guł û seḧra
xot le em nê’mete meke bê beş
***
meço ew jêrzemîne tarîke
egrî sêlil û derdebarîke
pêt bizanin cuwane zanakan
pêt ełên şête lêt eken fîke
***
gyanekem noşî gyan meyî nabit
hem şeřab û kebabî nayabit
elweda’ ey biray nezan karim
le cenabit le dos û eḧbabit
***
dur micnun gizişt û nubit mastPersian
dur ma rift û nubit aqastPersian
par bigzişt û nubit amruzistPersian
rift amruz û nubit firdastPersian
***
kone fiřde bipoşe tazelîbas
xerqe labe û bipoşe bergî xas
takû bot des eda beře û qałî
qet meke arezûy ḧesîr û piłas!