kundebû

«wergêřawî şî’rî «buf kur»y hawřêy xoşewîst kak ’umer sułtanî be naznawî wefa»
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  520 views
were tuxwa berimde kakî polîs
ke ’umrî min le zîndana beserçû
le pêm derbêne kabra kot û zincîr
leser dû lêwe gyanim haka derçû
***
mede řencim ke çûnka min le jîna
beẍeyrez derd, diłdarîm nedîwe
lenêw baẍî gułanî ’eyş û noşa
beẍeyrez diřkî bêzarîm nedîwe
***
be çaw û lêw mede lêm tîz û tane
ke min gîrawî destî zułim û zorim
zemanê bû ke şay bałindekan bûm
lelay to êstekanê bûfî korim
***
medûre lêw û meşkêne zimanim
le dûrî dak û xuşkim dił birînim
le dûrî pêkenînî germî řûnak
derûnim agire û berze girînim
***
ełên piřşing nexoşe taq û tenya
be bê yar û řifêq û xizim û diłsoz
berim de! çûn beẍeyrez min kesî tir
nye diłsoz û diłdarî lenêw hoz
***
bełam sed ax û dax lem cêge tenge
nîye dengê beẍeyrez nałeyî derd
lenêw em goře qîrîney diłî min
le bextî řeş nîye sołey çiray zerd