wergêřawî ẍezelêkî ḧafzî şîrazî

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  661 views
dest nagirim be têẍ ger bibřî nîwem
minetbarim be tîr biçnê qirîwem
biłên bew yarî ebro qewse lêmda
fîday ew dest û bazûy kes nedîwem
wekû mindał hetakey kerim ekey şêx
be cogey şîr û hengiwîn û be mîwem
ẍemî dinya le pêy xistim meye û mey
tewana ba be em laşey řizîwem
min ew melme ke êware û beyanî
le nûçkey burcî ’eşra dê cirîwem