yadê le merg

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  608 views
załim em care norey zewałe
nařeḧet mebe û meyke be gałe
dinya takû ser bo kes namênê
xoşî ebedî bo kes meḧałe
***
eger kołekey qesrekey zêrbê
des bo şeř berê hemû her xêr bê
eger zorzan û jîr û zordare
axrî merge řêwî ya şêr bê
***
dwêşew komełê xizmanî mirdû
dewryan dabûm le xewma hemû
dayk û bawkim û bira eyanut
were naw kořman diringe sa zû
***
bira wadyare ecel nizîke
le dewr û pişt û hawsê nizîke
katêkit zanî ke şabazî merg
çingî řahêşt û lêybiřî cîke!