wesyetî ’elîxan

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  672 views
’elîxanî tîleko meẍrûrî mest
ke wextê ecel dayeney girte dest
kedî qatłî tîẍî kêşawe boy
umêdî jyanî nema çûn bexoy
dey kirdewe û em qisaney řijand
be guftarî zil ẍîretî xoy nwand
minîş kurdim ey kelleřeqî kuřî ker
hemû bêdił hoş û pa û ser
minîş qołêkim řojî xoy dête kar
bełam êste way lê’ewêm řojgar
diroye ke diłsozî em kurde nîn
beẍeyrez diz û qatił û cerde nîn
ezanim ke em şořş û em şeře
hemûy her leber mułk û mał û meře
le mułk û le mał û meřî tîleko
le xwênim bibure hemûm da be to