hemû dunya be awatî geyşit û her minim kałim

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  659 views
hemû dunya be awatî geyşit û her minim kałim
zibanim łał û kotî załme kiryawete bałim
řifêqanim hemû serzinde û wirya û bêdarin
minî bedbextî bêçare xew’ałû û gêj û bêḧałim
tebîbê muřişdê talê’şinasê nûştenûsê kwa
ke teẍîyrê bidate bextî çewt û řewtî êqbałim
emin xom çak ezanim bo legeł dûřû becê mawim
lexořazîm eger bê ’êzzet û bê ’ilîm û bê małim
desim naga be dawêney muradim ax felek çibkem
giriftarî jin û kujrawî destî mał û mindałim
ewaney aşnam bûn pêm ełên têhełde ba biřwa
le bîryan çûm û napirsin le kes qet ḧał û eḧwałim
şipirzePen namem wa le dawî derd û řenca gîr û pabendim
wekû kew her le daxî şax û daxaye fiřey bałim