to çak be

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  600 views
wityan be yekê le meb’ûsekan
twîş be peyřewî şahenşay êran
qûtabxaneyê lêra bînake
naw şoretê bo xot peydake
witî ca bo kê? bo em mîllete
qeḧbebabaney tûdeyî û çete
eger her řojê dinya wergeřê
heryekê boxoy eřfênê meřê
em wekîlî em mîllete nîm
le sayey lutfî şahenşa ejîm
lewê ḧazirbû pyawê řoḧanî
be gwêya sirtan çirpe û penhanî
gewre lazme wekû şa wabê
fikirî zorbezor diłî awa bê
řanmay gelî serlêşêwaw bê
le bîrî qewmî kizî û damaw bê
wek darî ber bê ger berdî lêden
mîwe bibexşê be kîlo û be men
le mêşkî kona bîrî kon derke
xełkî meşẍûłî ’îlim û huner ke
xoşewîstî gel le des dernaka
xoy le îctîma’ bêxeber naka
ew wexte ewîş herwekû pyawan
serberze û nawî dête naw nawan!